Lêgerîna hikûmeteke bêyî PDK'ê
HEWLÊR 29.09.2013 10:20:01 Li Herêma Kurdistana Federal, li gorî encamên ji sedî 95'ê sindoqan ên hilbijartinên parlamentê PDK partiya yekemîn e, lê bi tena serê xwe nikare bibe deshilatdar. Têkçûna giran a YNK'ê jî piştrast bû. Goran a di rêza duyemîn de, li rê û rêbazên avakirina hikûmeteke bê PDK'ê de ye.
Serokê Desteya Hilbijartinê ya Bilind a Iraqê Serbest Mûstafa bi civîneke çapemeniyê ya li Hewlêrê de ragihand ku ji sedî 95'ê sindoqên dengan hatine jimartin û encamên wan aşkera kir.
Li gorî vê yekê sê partiyên di rêzên destpêkê de cih digirin wiha ne: Partî Demokratî Kurdistan (PDK) 719.004 deng, Tevgera Goran 446.095 deng, Yekitî Niştimanî Kurdistan (YNK) 323.867 deng. PDK û Goran li gorî hilbijartinên parlamenta Iraqê yên sala 2010'an dengê xwe zêde kirin.
Rêjeya dengan ên partiyên din jî wiha ye: Yekgurtiyê Îslamî Kurdistan 178.681, Komalî İslamî Kurdistan 113.260, Bizotnewey Îslamî 20.795, Partiya Demokrat a Civakî ya Kurdistan 11.828, Lîsteya Azadî 11. 768, Rêya Seyemîn (Arastey Sêyem) 8.268, Lîsteya Rafîdeyn 5.963, Koma Keldanî-Suryanî-Asûrî 5.599, Tevgera Pêşverû ya Tirkmen 5.173, Hizbî Ayende 3.868, Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) 3.605, Mafên Gelên Kurdistanê 2.817, Partî Parezgaranî Kurdistan 2.420, Mafên Gel (Mafî Gel) 2.005, Lîsteya Tirkmen a Hewlêrê 1.856, Lîsteya Nûbûn û Guherînê ya Tirkmen 1.829, Yekitiya Neteweyî ya DemokratÎk a Kurdistanê (YNDK) 1.717, Eniya Tirkmen a Iraqê 1.667, Lîsteya Başkirin û Pêşvebirinê (Lîstîçaksazî û geşe) 1.323, Lîsteya AbnaAlnhrîn 1048, Tevgera Demokratîk a Tirkmen 1.002, Lîsteya Serbixweyan 864.
Li gorî vê encamê, 111 kursiyên parlamentê bi vî rengî li partiyan belav dibe: PDK 38, Tevgera Goran 24, YNK 17, Yekgurtiyê Îslamî 9, Komala Îslamî 6, Partiya Dmeokrat a Civakî ya Kurdistanê 1.
11 kursî jî dê ji hindikahiyan re yanî ji Tirkmen, Asûrî, Suryanî, Êzidiyan re bê dayîn. Parvekirina 5 kursiyên mayî jî hînê ne diyar e.
GORAN DI LÊGERÎNA HIKÛMETEKE BÊ PDK'Ê DE YE
Li gorî encamên Komîsyona Hilbijartinê ragihand, PDK bi tena serê xwe nikare hikûmetê ava bike. PDK û YNK di sala 2009'an de bi lîsteya hevpar beşdarî hilbijartinan bûbûn bû bi rêjeya ji sedî 70 mafê 59 kursiyan bi dest xistibûn.
Yê ku di vê hilbijartinê de winda kir YNK bû ku bêyî lîderê xwe Celal Talabanî beşdarî hilbijartinan bû. Beriya hilbijartinan rêveberên YNK'yî tifaqa stratejîk a li gel PDK'ê lêpirsîn dikirin û didan xuyakirin ku ev tifaq êdî nayê meşandin. Piştî vê encamê, nayê zanîn ka YNK'ê biryareke bi çi rengî bigire. Gelo li gel vê helînê dê bi PDK'ê re dîsa hevkariyê bike yan jî rexnedayîneke xurt bide û li gorî şert û mercên nû xwe ji nû ve birêxistin bike? YNK sinyalan dide ku dê di vê demê de jî li gel PDK'ê dewam bike.
Tevgera Goran a di hilbijartinên 2009'an de 25 kursî wergirt, herçend di vê hilbijartinê de 2 kursiyên xwe winda kir jî, hem rêjeya dengê xwe zêde kir hem jî pozîsyona xwe ya siyasî xurtkir kir. Hînê nayê zanîn ka bêyî PDK'ê dê hikûmetek ava bibe yan na, lê belê cara yekemîn e bingehek ji bo avakirina hikûmeteke bê PDK'ê xurt bû.
Li gorî malperên nûçeyan ên Başûrî, berpirsyarê dîplomasiyê yê tevgera Goran Mihemed Heme Tofik da xuyakirin ku eger li 41 kursiyên Goran û YNK'ê tevgerên Îslamî Yekgirtû û Komele lê were zêdekirin dê hejmar bigihêje 57'an û pêşniyar kir ku hikûmeteke hevpar bê avakirin. Tofik ji bo encamên hilbijartinan got, "Ji sala 1991'ê û vir ve ev yek ne xewna helbestvanan jî bû" destnîşan kir ku eger hikûmeteke hevpar a bêyî PDK'ê ava bibe, dê "guhertin pêk were." Tofik ji bo Sekreteriya Giştî ya YNK'ê jî Berhem Salih pêşniyar kir û got, "Werin dest ji PDK û Barzanî berdin."
YNK DIXWAZE BI PDK'Ê RE DEWAM BIKE
Endamê Konseya Rêveber a Polîtburoya YNK'ê Mele Bextiyar jî ji Rojnameya Şark el Ewsat re peyivî û diyar kir ku Tevgera Goran pêşniyar li wan kirine ku bi hev re hikûmetê ava bikin. Mele Bextiyar got, "Goran got; Eger hûn bi me re bibin yek dê Serokwezaretî bibe ya YNK'ê."
Bextiyar ragihand ku wan ev pêşniyar ji bo aramî û berjewendiyên Herêma Kurdistanê red kirine û diyar kir ku hikûmetek ji YNK û PDK'ê dikare ava bibe. Bextiyar xwest di hikûmeta nû de partiyên din jî bên temsîlkirin. Bextiyar destnîşan kir ku di hikûmeta nû de dê cihê YNK'ê neguhere û ragihand ku wezîfeyên Alîkarê Serokwezîr û Alîkarê Serokê Parlamentê wê yên YNK'ê bin.