1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Lîstika bê şîrove ‘Jahr’ li Êlihê hate pêşandan
Lîstika bê şîrove ‘Jahr’ li Êlihê hate pêşandan,lîstika,bê,şîrove,jahr,li,êlihê,hate,pêşandan

Lîstika bê şîrove ‘Jahr’ li Êlihê hate pêşandan

A+ A-

ÊLIH 25.11.2013 10:29:33 Koma Şano ya bi navê Tov, xebatê xwe li Êlihê dimeşîne û bi lîstika bê şîrove ya “Jahr” derket pêşberî temaşevanan û pêşanda ewil li Êlihê da nîşandan.

Koma Şano ya bi navê Tov, xebatê xwe li Êlihê dide meşandin vê carê jî komê bi lîstika bê şîrove li gel lêdana erbanê lîstika bi navê “Jahr” cara destpêkê Êlihê ji bo hezkiriyên çand û hûnerê da pêşandan. Lîstik li Cafeya Sanatê pêk hat. Di lîstikê de nûnerên Rêxistinên Civaka Sivîl û gelek temaşevanan amade bûn.

Şanoya Tov, bi feraseta li her deverê û bê cih ji şanoyê re divê alternatîf û li her deverê şano li dar dixe û xebatên xwe bi vî rengî dide meşandin. Şanoya Tov, lîstika xwe “Jahr” çîrokên li herêmê tên meşandin dide şîrovekirin û parvekirin. Lîstika ku Miheme Porgebol nivîsandiye û Îhsan Gumuşten jê re derhênertî kiriye.

Miheme Porgebol û Bişar Şahîn jî wek lîstikvan di lîstikê de rol distînin. Di lîstikê de ol, dewlet, malbat, qalibên ne hatine vekirin û li gel van tiştan gelek mijarên din û ev tiştên ku li ser kesayetê dike radixe ber çavan. Listîk ji aliyê temeşavanan ve hate ecibandin û bi eleqeyek mezin hate temaşekirin.

Hate diyar kirin ku lîstik, dê piştî pêşandana li Êlihê di demên pêş de li gelek deverên din

bê pêşandan. Lîstik bi pirsên temaşevenan ên ku ji nivîskar û derhênerê lîstikê pirsîn bi dawî bû.