Lîstika 'Xewnên Cengawerekî' hat lîstin
AMED (DÎHA) - Xebatên xwendekarên Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn yên dawiya salê ku tên pêşkêşkirin rastî eleqeyek mezin tê. Di çarçoveya bernameya dawiya salê de lîstika xwendekaran ya bi navê 'Xewnên Cengawerekî' yekem car hat lîstin.
Xebatên dawiya salê ya Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn ku heya 22 hezîranê bidome, bi çalakiyên cur bi cur berdewam dike. Di roja duyemîn de jî ligel panelek bi nîşandana lîstikek şanoyê û govendê pêk hat. Lîstika şanoyê ya bi navê 'Xewnên Cengawerekî' a ku derhêneriya wî mamosteyê Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn Omer Şahîn dike hat pêşandan. Bi dehan temaşevan bi bêhnvedanek lîstik temaşe kir û li ser piyan bi çepikên xwe jî kêfxweşiya xwe nîşan dan. Piştî nîşandana lîstikê kesên ku keda wan di lîstêkê de derbas bûne derketin ser dikê û ji ber elqeyê temaşavanan re spasiyên xwe pêşkêş kirin.
Bernameya şevê bi govendên ku ji aliyê xwendekarên beşa govendgeriyê ya Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn bi dawî bû. Bernameya xebatên dawiya salê sibê jî bi çalakiyên cur bi cur dê berdewam dike.
(gka/ça)