‘Ma PDK’ê piştgiriya Rojava ji Başûr re ji bîr kiriye?’
ANHA / AMÛDÊ – Cîgirê Serokê Desteya Aborî û Bazirganiyê Ebdulrehman Xelîl diyar kir ku hêzên girêdayî Partiya Demokratî Kurdistanê (PDK) nehişt ku şandeya wan a ji bo peydakirina pêdiviyên welatiyên Rojava derbasî Başûr bibe û got: “Ma rayedarên Hikûmeta PDK’ê piştgiriya gelê Rojava di demên tengasiyê de ji wan re ji bîr kirine? Eger Hikûmeta PDK’ê helwesta xwe berdewam bike hevkariya xwe bi çeteyan û rêjîma Baasê re eşkere dike.” Xelîl bang li welatiyên Başûr kir ku fişarê li hikûmeta PDK’ê bikin ji bo ku helwesta xwe derbarê Rojava de biguhare.
Cîgirê Serokê Desteya Aborî û Bazirganiyê Ebdulrehman Xelîl diyar kir ku ji ber ambargoya rêjîma Baasê û komên çete û girtina deriyên sînor ên bakur ji aliyê Hikûmeta Erdogan ve û her wiha girtina deriyê sînor ê Sêmalka ji aliyê Hikûmeta PDK’ê ve welatiyên Rojavayê Kurdistanê rewşeke aloz jiyan dikin û wiha anî ziman: “Ji ber van sedeman û ji bo em ambargoyê bişkînin me şandeyek ji bazirganên Rojava amade kir û ji bo pêdiviyên welatiyên Rojava ji madeyên xwarinê peyda bikin me şand Başûrê Kurdistanê. Lê mixabin Hikûmeta PDK’ê bi hincetên vala nehişt şande derbasî Başûrê Kurdistan bibe.”
Xelîl di berdewama axaftina xwe de got ku şande ji bo ku peymanan bi bazirganên Başûr re îmze bikin derbasî Başûr bû lê hêzên Asayîşa PDK’ê bi hinceta ku şandeyê ji Dîwana serokatiyê ve nehatiye erêkirin, nehîştin gera xwe pêk bînin û wiha anî ziman: “Em vegerandin Rojava bêyî ku sedemekê yan jî hinceteke rast ji me re bêjin.”
Xelîl di axaftina xwe de ev tişt gotin: “Rayedarên deriyê sînor ên aliyê Başûr baş dizanin ev şandeyeke bazirganan e û vegerandina wan karekî dûrî nirx û exlaqê ye û ti biratiya vê yekê jî tune ye. Di dema ku em hemû welatiyên Başûr birayên xwe yên xwînê dibînin, karên wiha tenê dikeve xizmeta komên çete. Ma rayedarên Hikûmeta PDK’ê piştgiriya gelê Rojava di demên tengasiyê de ji Başûr re ji bîr kirine?”
Xelîl destnîşan kir ku ev kiryarên Hikûmeta PDK’ê dike, zêdekirina fişara aborî li ser welatiyên Rojava ye û ev yek jî dihêle ku welatiyên Rojava bêtir koçber bibin û wiha pêde çû: “Ev kiryarên Hikûmeta PDK’ê tenê dikeve xizmeta rêjîma Baasê û komên çete, eger Hikûmeta PDK’ê helwesta xwe berdewam bike hevkariya xwe bi çeteyan û rêjîma Baasê re eşkere dike.”
Xelîl di dawiya axaftina xwe de bang li hemû welatiyên Başûrê Kurdistanê kir ku piştgiriya birayên xwe yên Rojavayê Kurdistanê bikin û fişarê li Hikûmeta PDK’ê bikin da ku helwesta xwe derbarê Rojavayê Kurdistanê de biguhare.
EKREM BEREKAT
(jh)