‘Mafê me yê bi PKK’ê re Kerkûkê biparêzin heye’
DEMHAT TOLHILDAN/GÎVARA AZAD - KERKÛK/ANF Endamê Komîteya Navendî ya YNK’ê yê Kerkûkê û berpirsê Dakuk Îdîr Hecî Elî got: “Ger 22 dewletên Ereb, li ser navê DAIŞ’ê êrîşî Kurdistanê bikin, em jî bi awayekî mafdar bi PKK’ê re bibin yek û bi gerîlayan re Kerkûkê biparêzin."
Piştî ku çeteyên DAIŞ êrîşî Şengal û Mexmûrê kirin, gerîlayên HPG û YJA Star mudaxaleyî çeteyan kirin û pêşî li pêşveçûna wan girtin. Gerîlayan li Xaneqîn, Kerkûk, Mexmûr, Duhok, Şengal û gelek bajarên Başûr ketin nav berxwedanê û bi mudaxaleya gerîlayan moralek mezin bi gelê Başûrê Kurdistanê re çêbû.
Endamê Komîteya Navendî ya YNK’ê yê Kerkûkê û berpirsê Dakuk Îdrîs Hecî Elî pirsên me bersivandin diyar kir ku hatina gerîlayan a Kerkûk –Dakukê moralek mezin daye gel û her wiha piştî hatina gerîlayan tiştên hatin guhertin vegot.
DAIŞ’Ê XWEST KERKÛKÊ BIGIRE
Rewşa dawî ya Kerkûkê çi ye?
Li Kerkûkê Kurd, Ereb, Şîa, Tirkmen dijîn. Piştî ku DAIŞ’ê Mûsil girt, ji aliyên Diyala êrîşî Bexdayê kir. Dîsa di xeta Tîkrîtê êrîşî Kerkûkê kir. Li Başûrê Kerkûkê Ereb dijîn. Hemû qadên Hevice, Rias, Reşat, Multaka, Zap, Abesiye, Erebên Sunnî ne. DAIŞ’ê ev bajarok kirin bin kontrola xwe. Xwest li Kerkûkê jî kontrolê bigire dest xwe.
DAIŞ’ê li bajaroka Beşîrê komkujî pêk anîn. Nêzî hezar û 500 malbat li Kerkûkê dijîn. Li Kerkûk û Dakukê gel û pêşmerge ketin çeper û tedbîr girtin. Beşeke mezin a tedbîran li Kerkûkê YNK’ê girtiye. Di hilbijartinan de YNK’ê li Kerkûkê 12 kursî girt. Rewşa Kerkûk, Dakuk, Dûzxûrmato niha baş e.
GERÎLA SÎNORÊN DAKUK DIPARÊZE
Li vê xetê Ereb, Kurd ûTirkmen hene. Bi giştî nêzîkatiya civakê çi ye?
Dakuk Iraqeq biçûk e. Kurd, Ereb, Tirkmen, Şîa, Sunnî, Kakaî hene. Nifûsa Dakuk 65 hezar e. Ji van 29 hezar Kurd, 27 hezar Ereb in. Yên mane jî Tirkmen in. Bi giştî 101 gundên Dakukê hene. Gundê Îmamzeynel Abdîn Tirkmen e. 70 gund Ereb û yên din jî Kurd in. Lê gundên Ereban biçûk in. Gundên Kurdan mezin in. 15000 malên wan hene. Axa Dakuk heta çiyayên Xemrîn diçe. Ev sînorê ku 40 km ye di heman demê de tê wateya ku bi DAIŞ’ê re sînorê wê heye. Ji 70 gundên Ereb 69 di destê DAIŞ’ê de ye. Navenda Bajar jî di bin kontrola Kurdan de ye. Pêşmerge ji serî de Dakukê diparêzin. Her wiha gerîlayên ji her çar parçeyên Kurdistanê hatine Dakukê diparêzin.
EREBÊN BI DAIŞ’Ê RE TEVGERIYAN TIRSIYAN
Gelo hemû gundên destê DAIŞ’ê de bi DAIŞ’ê re tevdigerin?
Erebên Dakukê tevlî her tiştên me bûn. Di dema Saddam de hemû memûrtî di destê Ereban de bûn. Ji ber vê bi hatina DAIŞ’ê re ev gund bi DAIŞ’ê re tevgeriyan. Balafirên Amerîkayê li hinek cihan li DAIŞ’yê dan. Hikûmeta Bexdayê dema li Amîrlî û Suleyman Beg operasyon pêk dianîn Erebên Dakuk li me geriyan û gotin ew ê zirarê nedin wan. Di esas de piştî wan operasyonan me fêm kir ku ew ditirsin. Lê tişta esas ya jê ditirsiyan Şîî bûn. Tirkmen li navendan hene. Hemû jî Şîî ne û bi Kurdan re tevdigerin.
EREB ALÎKARIYÊ DIXWAZIN
Ji bo tirsa Ereban ji holê rabe pêşniyara we heye?
Şerê Şîî-Sunnî hezar û 400 sal e didome. Dema DAIŞ hat Mûsilê 1700 leşkerên Şîî kuşt. Li Beşîrî 200 Şîî kuştin. Em tenê sînorên Kurdistanê diparêzin. Ji roja ku DAIŞ derketiye heta niha jiyan serûbino bûye. Li Gundê Vahde di navbera DAIŞ û pêşmergeyan de 200 metre heye. Ji wê herêmê hinek Ereb dixwazin bi me re bikevin têkiliyê. Ji ber ku DAIŞ, jin zarok her kesî dikuje. Kurd jî her kesî diparêzin. Ji ber vê Ereb li me digerin û alîkariyê dixwazin. Duh ji gundê Uzeriya Erebek li me geriya. Got ku li bajaroka Beşîrî ye. Digot ku xwedî li gundên Vahde, Elminecim, Elmuhammed derkevin.
Rewşa Kakaiyên li Dakukê dijîn çi ye?
Kurdên Dakukê ji sê beşan pêk tê. Talabanî, Kakaî û devuhefta. Hemû Kurd wek hev in. Dema êrîş çêdibin dibin yek. Li Dakuk 11 gundên Kakaî hene. Rewşa wan baş e, ewlehiya xwe jî digirin. Heta niha tenê ajokarê taksiyekê yê 70 salî ji aliyê DAIŞ’ê ve hat qetilkirin.
HATINA GERÎLA MORALEK MEZIN DA GEL
Îro pêşmgeyên YNK’ê û gerîla bi hev re Kerkûkê diparêzin. Hatina gerîla bandorek çawa çêkir?
Hatina HPG’ê bi gelê Kerkûkê re morelek mezin çêkir. Li vir bi YNK’ê re tevdigere. Ji ber ku di 1975’an de dema li hemû parçeyan pêşmergeyên YNK’ê şehîd ketin, manewiyatek mezin bi her parçeyê Kurdistanê heye. Hemû Kerkûk aîdî Kurdistanê ye. Ne tenê aîdî Başûr, aîdî Rojhilat, Rojava û Bakur e. Îro HPG gel diparêze. Ji bo me sînor tune. Ger îro 22 welatên Ereb êrîşî Kurdistanê dikin, em jî bi awayekî mafdar bi PKK’ê re dibin yek û Kerkûkê diparêzin.Ez ji Dakukê berpirsim. Hatina gerîlayan moral û hêzek mezin da Kurdan Dakukê.
DAIŞ JI HPG-YJA STAR’Ê DITIRSE
Li aliyê din jî DAIŞ ji HPG û YJA STAR’ê ditirse. Çima? Li gorî şerîata wan ger ji aliyê jinan ve bên kuştin, naçin bihuştê. Ji ber vê jî ji gerîlayên jin pir ditirsin.
Hatina gerîla ji bo yekîtiya neteweyî derfet afirand?
Mêtingerên Kurdistan li çar parçeyan veqetandin lê Kurdistan heye. Em wek YNK diyar dikin ku dikarin ji bo her parçeyên Kurdistanê şer bikin.
DIVÊ KONGREYA NETEWEYÎ HEMA PÊK BÊ
Banga we bo Kongreya Neteweyî çiye?
Bi hatina DAIŞ’ê re pêvajoyek nû destpê kir. Kongreya Neteweyî ya Kurd gelekî girîng bû, lê heta niha nebû. Çima nebû kes nizane. Mêtingerên Kurdistanê pêşî li vê girtin. Li her çar parçeyên Kurdistan û bi taybet jî Başûr divê Kongreya Neteweyî hema bike.