1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Makeqanuna nû divê pirsgirêkan çareser bike'
'Makeqanuna nû divê pirsgirêkan çareser bike',makeqanuna,nû,divê,pirsgirêkan,çareser,bike

'Makeqanuna nû divê pirsgirêkan çareser bike'

'Ger ku makeqanûn pirsgirêkên bingehîn çareser neke nabe makeqanuna nû'

A+ A-

Prof. Dr. Gencay Gursoy, di komcivîna Makeqanûnê ya ji aliye Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ve hate lidarxistin de diyar kir ku ger makeqanûn pirsgirêkên Tirkiyeyê yên sereke çareser neke wê demê nabe makeqanûna nû. Gursoy, anî ziman ku çavkaniya hemû pirsgirêkan ji pirsgirêka kurd dertê û wiha got: "Gelê kurd piştgiriyek mezin dide makeqanûna nû. Gelê kurd dizane ku pirsgirêk bi makeqanûna demokratîk çareser dibe. Ciwan, jin, zarok, mezin û kesên derdikevin çiyê vê yekê wisa bawar dikin." Prof. Dr. Sevtap Yokuş jî anî ziman ku makeqanûna demokratîk di nava şertên demokratîk de pêk tê û wiha got: "Ger ku makeqanûn pirsgirêkên aqût çareser neke nû nabe."

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), li Navenda Çandê ya Mecîdiyekoyê ya Stenbolê "Komcivina Makeqanûna" pêk anî. Di komcivînê de parelementerên BDP'ê Sebahat Tuncel, Sirri Sureyya Onder, Endamê Lîjneya HDK'ê Prof. Dr. Gençay Gursoy, Serokê Vakfa Çanda Haci Bektaş Velî Ercan Geçmez, Serokê Baroya Amedê Mehmet Emin Aktar, Prof. Dr. İbrahim Kaboglu û gelek endamên HDK'ê amade bûn. Li salona kongreyê pankartên "Ji gelan re azadî, ji baweriyan re wekhevî û aştî, makeqanûna sazûmankar a demokratîk û azadîparêz", "Bila mafê LGBT'ê bê nasin", "Mila makeqanûn li ser bingehê kedê bê avakirin û mafê girevê bê nasîn", "Ji bo jinan mafê nûnertiya wekhev", "Makewanûna wekheviya zayendî", "Mafê tenduristiya bê pere", "Xweseriya Demokratîk", "Reda Wîcdanî" û "Zaningehên ku mafan dide ciwanan û makeqanûna dij militarist" vekirin.

'Ji ber makeqûnê pirsgirêk kurd derket'

Endamê HDK'ê Prof. Dr. Gençay Gursoy, ani ziman ku diroka mekeqanûnê ya fermanên Islahat û Tanzimatê heye û xwest ev makeqanûn ji kok ve bê guhertin. Gursoy, da zanîn ku makeqanûna 1924'an bû sedema jibîrkirina nasnameya kurdan û wiha got: "Îro nasnameya gelê kurd û makeqanûna nû tê axaftin. Ev girîng e. Divê ev niqaş pêş bikevin. Ji ber pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê pêdivî bi makeqanûna nû neye. Gelê kurd 30 salin di nava şerte şer de dijî. 100 salin daxwazên kurda hene. Daxwazên gelên bindest hene." Gursoy, destnîşan kir ku herî zêde gelê kurd makeqanûna demokratîk dixwaze û wiha berdewam kir: "

Gursoy, diyar kir ku ger makeqanûn pirsgirêkên Tirkiyeyê yên sereke çareser neke wê demê nabe makeqanûna nû. Gursoy, anî ziman ku çavkaniya hemû pirsgirêkan ji pirsgirêka kurd dertê û wiha got: "Gelê kurd piştgiriyek mezin dide makeqanûna nû. Gelê kurd dizane ku pirsgirêk bi makeqanûna demokratîk çareser dibe. Ciwan, jin, zarok, mezin û kesên derdikevin çiyê vê yekê wisa bawar dikin."

Gursoy, helwesta CHP'ê jî rexne kir û xwest êdî xwe biguherîne. Gursoy, xwest berî her tiştî xalên TMK û benda ji sedî 10 ya hilbijartinê rabe.

AKP, MHP û CHP makeqanûna nû naxwazin'

Parlamentera BDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, diyar kir ku AKP, MHP, CHP makeqanûneke nû naxwazin. Tuncel, destnîşan kir ku kesimeke berfireh dixwaze ku makeqûn bê guhertin û wiha got: “Pirsgirêka herî sereke pirsgirêka kurd e. Li rojavayê 3 cenazeyên leşkeran, li Amedê ji 3 cenazeyên gerîla he bû. Her roj zarokên vî welatî jiyana xwe ji dest didin. Hin der dor jî li ver siyasetê dikin. Divê vîneke hevbeş derkeve holê.”

Ji pêvajoyê dûr ketin'

Prof. Dr. Îbrahîm Kaboglu, destnîşan kir ku bi guhertina bajarvaniyê û pergala perwerdê ya 4+4+4 pêvajoya makeqanûna nû têk bir. Kabaoglu, diyar kir ku polîtîkayên mayinkirina derdorê didome û wiha axivî: “Dibêjin pêvajoya makeqanûna nû didome, lê di rastiyê de wisa nîne û ji pêvajoyê dûrketin heye. Di makeqanûnên salên 1921, 1924, 1961 û 1982’an de tişten ku bê girtin jî hene. Divê di hêla maf û azadiyan de pêşketin pêk bê. Divê pirsgirêkan bi hevpar bifikirin. Heke wisa bê fikirandin dê rêgezên pirsgirêka kurd, ol, baverî û laîktiyê dikarin bi cih bikin. Gotina li şûna makeqanûna 1982’an, makeqanûna 2013’an ter nake û nabe makeqanûneke nû.”

Makeqanunek çawa?

Hindekara Zanîngeha Kocaeliyê Prof. Dr. Sevtap Yokuş, da zanîn ku li Tirkiyeyê piraniya siyasî, pirçandibûna civakî ji hêla makeqanûnan ve nayê destnîşan kirin, li şûna van tiştan her tim yekparêzî tê destnîşan kirin, bi riyên asîmîlasyonê her tim der dor li derve tê hiştin. Yokuş, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi salan li herêmê pêkanînên kismî dihat pratîzekirin. Gelek caran weşanên li herêmê dihat girtin. Qanûnên sirgun û sansurê dihat pratîzekirin. Gelo ev tişt bi pîvan bû? Niha jî gorên komî derdikevin holê. Ev pratîk bi saya makeqanûnê pêk hat. Ji bo herêmî tenê riya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hebû. Gelek serlêdan çêbûn. Di ve demê gavên demokratîkbûyînê hat avêtin. Gelek bedel hat dayîn. Em dixwazin xwe ji makeqanûna heyî rizgar bikin. Gelo emê rizgar bibin? Di şert û mercên demokratîk de makeqanûneke demokratîk tê afirandin.”

(aw/mae)