Mala Gel a Girê Sipî xebatên xwe birêxistin dike
GIRÊ SPÎ – Mala Gel a Girê Sipî bi armanca birêxistinkirina karûxebat civînek lidar xist.
Mala Gel a Girê Sipî ku piştî rizgarkirina bajar ji nûve hate avakirin, bi armanca pêşwazîkirina pêdiviyên gel û birêxistinkirina kar û xebatan civînek lidar xist.
Di civîna ku bi deqeyek rêzgirtin destpê kir de, bi dehan kes amade bûn. Di civînê de li ser rewşa dawî ya bajar û birêxistinkirna kar û xebatan, her wiha avakirina komîteyên paristinê, xizmetê, xebatên şaredariyê, xebatên alîkariyê, pirsgirêkên av û nan nîqaş hatin meşandin.
GIRE-SIPI-CIVINA-MALA-GEL (3)
Endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Girê Sipî Ednan Îbrahîm jî di civînê da axivî û got; “Li Girê Sipî gelên kurd, ereb, tirkmen û ermenî bi hev re jiyan dikin. Brêvebirina vî bajarî îro li ser milê me ye. Erka me ew e ku bi hemû pêkhateyên bajar re, jiyaneke hevpar ava bikin. Em ê di demên pêş de Meclîsa Rusipiyên herêmê û meclîsên din ava bikin.
(ws/aq)
ANHA