Mala piştgiriya perwerdehiyê astengî rakirin!
"Heke mala piştgiriya perwerdehiyê nebûya ew ê biser neketiba"
Xwendevanê mala piştgiriya perwerdehiyê ya Şaredariya Akdenîza Mêrdînê Şeref Barutê kor e diyar kir ku 2 mamoste pê re eleqeder dibin û got; "Heke mala piştgiriya perwerdehiyê nebûya ew ê biser neketiba. Ji ber ku di dersxaneyan de qasî ku tê xwestin eleqeder nabin.
Yek ji zarokên kurd ên li mala piştgiriya perwerdehiyê perwerde dibîne Şeref Barutê ji çavên xwe astengdar e. Malbata Barut ji Navça Serêkaniya Rihayê koçî Mêrsînê kiriye. Malbata Barut ew li derxaneyekê bicih kir, lê ji ber rewşa Barut encameke baş negirtin. Barut ji ber bêeleqetiya mamosteyan vê carê dev ji dersxanê berda û berê xwe da mala piştgiriya perwerdehiyê. Barut got; "Ji ber ku ez astengdarê dîtinê bûm ez rûhevî gelek zehmetiyan dimînim. Min îsal bihîst ku mala piştgiriya perwerdehiyê vebûye. Dema ku ez hatim vir pêşdarazên min hebûn. Ji ber ku min ji dersxaneyên din tu encam negirtibûn. Lê li vê derê min ew tengasiyên ku dijiyan derbas kirin. Ez spasî mala piştgiriya perwerdehiyê û Şaredariya Akdenîzê dikim."
Xwendevan xizan û koçber in
Ji mamosteyên mala piştgiriya perwerdehiyê Mahîr Emen jî got; "Şeref em hilbijartin. Ji ber ku di salên borî de li dersxaneyên din tengasî jiyaye hatiye vê derê. Me jî li ser rewşa wî axivî. Me 2 mamoste ji bo wî erkdar kir. Di azmûnên hatine kirin de Şeref serkeftî derket. Em di wê baweriyê de ne ku Şeref jî bi pûaneke baş di zanîngehê de bicih bibe.
(ak)