Malbata Erdem serî li rêyên nû dide
Piştî qatilên Aydin Erdem diyar bû malbat dê serî li rêyên nû bidin
Piştî ji aliyê Koma Hacker Hack Rojê ve agahiyên kompîtûra Midûriyeta Polîsan a Amedê hatin bidestxistin, hate diyarkirin ku piştî Aydın Erdem û Mahsun Karaoglan hatin deqkirin û hatin qetilkirin, malbat ketin nava liv û tevgerê. Bavê Aydin Erdem Mahmut Erdem, navê 4 polîsên ku kurê wî kuştin da û anî ziman ku dê bi rêya ÎHD'ê DMME'ê serî li hemû rêyên zagonî û hiqûqî bide.
Koma Hacker a Roj Hack, di daxuyaniya ku şand ji malpera înternetê ya bi navê Lêkolîn.org, de diyar kir ku wan xwe gihandiye sîstema kompîtura ya Midûriyeta Polîsan a Amedê û belgeya der barê hedefgirtina xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê bi dest xistine. Koma Hacker da zanîn ku polîsên Amedê 43648 xwendekarên ku di navbera salên 2008-2011’an de li Zanîngeha Dîcleyê dixwendin deq kirine. Komê anî ziman ku d nava lîsteyê de Aydin Erdem û Mahsum Karaoglan jî hebûn û piştî Karaoglan û Erdem hatin qetilkirin ji bo wan gotinên sosret ên weke ‘cehemîn" bikar anîn. Bi vê belgeyê derket holê ku kuştina 2 xwendekarên zanîngeha Dîcleyê yên hatibûn deqkirin bûne hedef û hatine kuştin.
Bavê Aydin Erdem Mahmut Erdem, navê 4 polîsên ku kurê wî kuştin da û anî ziman ku dê bi rêya ÎHD'ê DMME'ê serî li hemû rêyên zagonî û hiqûqî bide. Erdem, anî ziman kurê wî polîsên bi navê Hakan Îçoz, Vahît Ozcan, Mehmet Tuncer û Satılmış Biçak qetil kirine û wiha got: "Bin bi dehan caran got sûcê kurê min çibû, lê polîsan bersiva 'Sûcê kurê te tune bû dan min. Bi dehan caran dadgehê aşkere kir ku kurê min ji aliyê polîsan ve hatiye qetilkirin. Lê li gel vê yekê bi biryarên siyasî heyetên dadgehan dîsa biryarên xwe guhertin û polîs serbest berdan. Delil winda kirin. Pişt re gotin Erdem, ne ji aliyê dewletê ve ji aliyê polîsan ve hatiye qetilkirin. Ji bo ku ruyê dewletê sipî derxin niha dixwazin bikin malên PKK'ê. Em ketin şopa dozê û me dît ku polîsan ev bûyer pêk anîye. Îro bêtir aşkere bû ku ev kuştin berê hatiye pilankirin û bi zanebûn û plan pêk hatiye. Em vê yekê bi belgeyan dibînin.
'Ezê heta dawî bi şopa vê yekê bikevim'
Erdem, destnîşan kir ku guleya di serê kurê wî de û di lawaboya loşmanên polîsan de hatin dîtin heman gule ne û dozger û dadgerên dewletê dixwazin ser bûyerê veşêrin. Erdem, da zanîn ku ew dê ji niha şûnde li Dadgeha Mafên Mirovan û bi alîkariya Komeleya Mafên mirovan li mafê xwe bigere û dozê heta dawî bişopîne.
(mae)