Malbata Ocalan amade ye
Malbata Ocalan ji bo mêvanan pêşwazî bike amade ye
Malbata Ocalan ji bo mêvanên di çarçoveya 64'emîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de pêk tên pêşwazî bikin amadekeriyên xwe bi dawî kirin. Birayê Ocalan Mehmet Ocalan diyar kir ku ji bo mêvanan pêşwazî bike mal ji nû ve dizayn kir û wiha got: "Heke hikûmet çareseriyê bixwaze bila durist û zelal be." Fatma Ocalan jî diyar kir ku ew dê mêvanan bi dil pêşwazî bikin. Xwerziyê Ocalan Alî Ocalan jî diyar kir ku ew hêvî dike ku sala bê xalê wî dê bi xwe mêvanan pêşwazî bike.
Ji sala 2004'an heta niha ji bo rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Amarayê re meş tê lidarxistin û gelek caran ev meş bi pevçûnên di navbera polîs û welatiyan de hate rojevê. Di meşa di sala 2009'an de ya bi navê "Ji Rojê re rêvîngî" pêk hat de li herêma Karataşa Bêrecûkê leşker û polîsan pêşiya welatiyan girt û di encama mudaxeleya polîs û leşkeran de Mustafa Dag û Mahsum Karaoglan jiyana xwe ji dest dabûn. Meşa di sala 2012'an de jî ji aliyê Wezîrê Karên Hundir Îdrîs Namîm Şahîn ve hate qedexekirin. Welatiyên xwestin derkevin rê rastî mudaxeleya polîsan hatin û ketina Rihayê hate qedexekirin. Ji welatiyên Rihayê re jî weke biryara dernekevin kolanan hate îlankirin û hemû riyên Amarayê hatin girtin. Di meşa sala 2011'an de ya di 3'yê nîsanê de li navenda Xelfetiyê bi girseyî hatibû pîroz kirin û di 4'ê nîsanê de jî bi meşekê çûbûn Amarayê polîs û leşkeran mudaxele nekiribûn. Bernameya 9 salin ji aliyê TUHAD-FED'ê ve tê organîzekirin amadekariyên bernameyên sala 2013'an jî bi lez berdewam dikin. Bi pêvajoya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daye destpêkirin ve Waliyê Rihayê Celalettîn Guvenç got ew dê li hemberî meş û bernameyê bi hasas nêzîk bibin. Malbata Ocalan têkildarî bernameyê de ji DÎHA'yê re axîvîn û diyar kirin ku hemû amadekarî bi dawî bûn û ji bo mêvanan pêşwazî bikin dê hemû tiştî bikin.
'Di vê ji gelê ji Ocalan re dibeje serokê min hûrmet bê nîşandan'
Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan têkildarî odeya birayê wê lê hatî dinê û bi wêneyên wî xemiltandî agahî dan. Ocalan, diyar kir ku rojbûna birayê wî ji bo kurd û Rojhilata Navîn miladeke û birayê wî îsal dibe 64 salî. Ocalan, anî ziman ku hefteyek ji bo mêvanan pêşwazî bikin amadekariyan dikin û wiha got: "Amadekariyên me bi dawî bûn. Yên tên li ser seran û ser çavan bila bên. Me hemû amadekariyên xwe kirin." Ocalan, da zanîn ku berî rojbûnê xwestin bi birayê xwe re hevdîtinê bikin lê 2 serlêdanên wan hatin redkirin. Ocalan bal kişand ser pêvajoya birayê wî daye dest pê kirin û wiha axivî: "Mafên me yên demokratîk tên astengkirin. Pêvajoya nû incax bi rastiyan dê bimeşe. Heke belavajî wê neçareseriye. Em nikarin mafên xwe yên zagonî jî bi kar bînin. Heke asteng hebin bila rastiyan ji me re bêjin. Bila bêjin em ji ber vê sedemê nabin." Ocalan, têkildarî meşa Amarayê ya dê di 4'ê nîsanê de pêk bêjî wiha got: "Gelek dibêje 'Ocalan serokê min e' Divê hemû kes hûrmetê nîşanî vê yekê bide. Hatina gel a heta niha bi şîdetê hate astengkirin. Di sala 2009'an de du ciwanên me şehîd ketin. Em dibêjin bila mirin çênebin. Tu kes ewqas mirovan ji cihên dûr bi zorê nayne. Tên û dixwazin rojbûna rêberê xwe pîroz bikin. Dewlet neçare rast û dirûst be."
'Hêvî dikim ku 4'ê Nîsana sala bê dê xalê bin mêvanan pêşwazî bike'
Xwîşka Rêberê PKK'ê Abdullan Ocalan Fatma Ocalan jî diyar kir ku ew dê mêvanan bi dil pêşwazî bikin û wiha got: "Ew mêvanên birayê min in. Çi ji destê me bê em dê ji wan re pêşkêş bikin." Xwerziyê Rêberê PKK'ê Abdullanh Ocalan Alî Ocalan jî diyar kir ku ew dê weke malbat tevlî pîrozbahiya Xelfetiyê bibin û rojbûna dê weke mîhrîcanekê pîroz bikin. Ocalan, anî ziman ku amadekariyên li gund bi dawî bûn û wiha got: "Bila sedhezaran kes bên. Em ji pêşwazîkirinê re amade ne. Cih û tiştên din jî hene. Bila hemû gelê kurd bê em bi hev re rojbûna serokê xwe pîroz bikin. Da ku hemû kes bibîne em bi wî re ne. Hêvî dikim ku 4'ê Nîsana sala bê dê xalê min li gund mêvanan bi xwe pêşwazî bike."
(bd/mae)