1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Malbata Wezîrê Parastinê yê Kobaniyê Îsmet, vegeriya Kobaniyê
Malbata Wezîrê Parastinê yê Kobaniyê Îsmet, vegeriya Kobaniyê,malbata,wezîrê,parastinê,yê,kobaniyê,îsmet,vegeriya,kobaniyê

Malbata Wezîrê Parastinê yê Kobaniyê Îsmet, vegeriya Kobaniyê

A+ A-

MEHMET ZEKÎ ÇÎÇEK

KOBANÊ (DÎHA) - Hevser û zarokên biçûk ên Wezîrê Parastinê yê Kantona Kobanê Îsmet Şêx Hesen ê ku bi du kurên xwe re 102 roj in bi şervanên YPG û YPJ'ê li Kobanê di berxwedanê de cih digire vegeriyan Kobanê. Malbata Îsmet keyfxweşiya xwe ya vegera Kobanê anîn ziman û bang li hemû kesî kirin ku vegerin Kobanê.

Malbatên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hatibûn navçeya Pirsûsê, vedigerin Kobanê. Di hefteya dawî de 4 malbat bi zarokên xwe re vegeriyan. Malbata Wezîrê Parastinê yê Kobanê Îsmet Şêx Hesen ku ew û bi du kurên xwe re li Kobanê di berxwedanê de cih digirt ji Pirsûsê vegeriyan kobanê. Hesen bi kurê xwe Kajîn û Dilgêş re mil bi mil YPG’ê re li dijî DAIŞ’ê têdikoşin. Hevsera Hesen, Sedîqe Îsmet, sê keç û kurê wê yê 8 salî diyar kirin ku ew gelek serbilind in ku vegeriyane warê xwe.

'Me hesreta Kobanê dikir'

Sedîqe Îsmet diyar kir ku ew naxwaze ji Kobanê derkeve û diyar kir ku ew li ser israra berxwedêran çûne Pirsûsê û wiha got: “Me yekî jî nedixwest em biçin. Lê hevalan bo ewlehiya me israr kirin. Me digot em ê 7 rojan bimînin û vegerin. Kurê min Hemze yê 8 salî jî digot ez ji Kobanê naçim. Gelê Pirsûsê em pir baş hewandin. Her kes ji dil bû. Malên xwe dan me. Em ji bo her kesî spas dikin. Me zêde nekarî li hemberî hesreta Kobanê berxwe bidin.

'Hemû kesên li Kobanê şer dikin malbatên min in'

Îsmet anî ziman ku dema li Pirsûsê bû dilê wan li Kobanê bû û wiha axivî: “Me her tim Kobanê difikirî. Me telefon dikir. Rewşa hevalan dipirsî. Her dengê bombeyê sankî dilê min diqetand. Ne tenê hevser û zarokên min, hemû ciwanên şervan malbata minin. Me her tim ji wan agahî digirt.”

Ji bilî şer tiştek nema

Îsmet da zanîn ku wan dixwest vegerin lê ji ber ewlehiyê destur nedihate dayîn û wiha pê de çû: “Li ser israra zarokan beyî em agahiyê bidin kesî em derketin û hatin. Dema hatim Kobanê gelek hestiyar bûm. Min hêj mala xwe nedîtiye. Tiştek ne girînge, tenê daxwazek min heye, bila herkes baş be û demildest çete ji Kobanê derkevin. Wek dayikekê daxwaza min ev e. Ji ber ku dilê hemû dayikan niha bi şervanên YPG û YPJ’ê re davêje. Di bin êrîşan de ji bilî şerkirinê rê namîne. Kobanî ji bo malê kesî şer nake. Me xwest em di nava aştiyê de bijîn. Lê kesê ev daxwaza me guhdar nekir.”

'Bila hemû ciwan vegerin û tevlî berxwedanê bibin'

Îsmet bilêv kir ku ji bo vegera gelê Kobanê hêj zûye û wiha pê de çû: “Ez bang li ciwanên Kobanê dikim. Herkesê destê wan çekan bigire bila bên li vir bi YPG û YPJ’ê re li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer bikin.” Hemeze Îsmet yê 8 salî jî wiha got: “Min gelek bêriya hevalên YPG’ê, bavê xwe û birayê xwe kiriye. Min ji dayika xwe re digot em biçin Kobanê. Dema em vegeriyan hatin serdana min. Ez gelek kêfxweş bûm.”

(bd/wk)