Malbata Şengul li benda alîkariyê ye
Malbata Şengul ku di kon de têkoşîna jiyanê dide li benda alîkariyê ye
ŞERMÎN SOYDAN Piştî erdheja li Wanê pêk hat û di emcama erdhejê de 644 kesan jiyana xwe ji dest da û bi hezaran kes jî birîndar bûn, hêj birînên welatiyan nehatiye dermankirin û welati bi derfetên xwe birînên xwe dipêçin. Welatî di konan de di nava derftên tune de têkoşîna jiyanê didin. Malbata Şengul a li Taxa Înonu ya li Bajarokê Eganîsa Erdîşê dimînin, piştî erdhejê mala wan xira bû, bi derfetên xwe ji xwe re konek avakirin û di kon de têkoşîna jiyanê didin.
Di ser erdheja Wanê ya ku di 23'yê Cotmeh û 9 mijdara 2011'an de pêk hat û di encamê de 644 kesan jiyan xwe ji dest da û bi hezaran kes jî birîndar bûn re 11 meh derbas bûn. Piştî erdhejê gelê Wanê ji bo birînên xwe derman bike bi terfetên xwe konan ava dikin û têkoşîna jiyanê didin. Kuçeyên ku her roj ji kesên vegeryan re zindî dibe, hê jî gel di konan te li ber xwe didin. Malbata Şengul a ku li Taxa Înonu ya li Bajaroka Eganîsa Erdîşa Wanê dimîne, piştî erdhejê vir ve di konê ku bi terfetê xwe avakiriye de têkoşîna jiyanê dide. Dayika 5 zarokan a bi navê Ayşe Şengul (32) diyar kir ku rewşa wan gelekî xirab e û wiha got: "Em di şertên gelekî dijwar de dijîn. Zivistanê di konande jiyan gelekî dijwar e, havînê jî derdekî dine." Şengul da zanîn ku piştî erdhejî mala wan xira kir, ew neçarî di konde jiyana xwe berdewam dikin û wiha axivî: "Mala me xira bû, goma me xira bû. Carekê çend kes hatin wêneyên malê û goma me kişandin. Lê heta niha deng û seda ji kesî derneket. Em bi ajalên xwe re li derve ne." Şengul da zanîn ku di van şertan de tenê dikarin pêdiviyên zarokên xwe pêk bînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em di hundurê kon de laylonê radixin û serê zarokên xwe dişon. Xwarina xwe li derve çê dikin. Hewa gelekî germ e, ajalên me li derve ne û em li ber mêşan gelekî aciz dibin."
‘Tiştek bê serê zarokê min berpirsyariya wê dewlet e’
Şengul diyar kir ku piştî erdhejê heta niha tu alîkarî ji wan re nehatiye kirin û wiha axivî: "Tu kesî desê alîkariyê dirêjê me nekir. Di destê me tu tişt nayê. Zivistanê em ji ber tirsa dê agir derkeve gelekî ditirsin. Havînê jî li ber germê gelekî tengasiya dikişînin. çihekî me yî ku em serê xwe bixnê tune." Ferît Şengul (35) jî destnîşan kir ku piştî erdhejî heta niha di kon de dimînin û ev tişt got: "Kes alîkariyê nade me. Tenê mirovan dixapînin. Rayedarên dewletê tên mirovan dixapînin û diçin. Îdia dikin ku alîkariyê didin mirovan. Heke wan alîkarî bikira ev çi halê em têde ne." Şengul got ku ew karê înşeetê dike, ji ber ku di erdhejê de mala wî zirar dîtiye, derfetên wiyê çêkirinê jî tune û ev tişt anî ziman: "Mala min gelekî zirar dîtibû. Min bi derfetê xwe mala xwe xira kir. Ji ber ku min piştî erdhejî tapuya xwe stand, gotin em malê nadin we."
‘Divê dewlet dengê me bibihîze'
Şengul diyar kir ku ev saleke di şertên gelekî xirab de dijîn û wiha pêde çû: "Kesekî ku me bibîne û li hal hewalê me bipirse tune. Tenê derdikevin televîzyonê. Li Erdîşa Wanê ew qas alîkarî hatiye kirin dibêjin, ev hemû derew in. Ev bêmafiyek mezin e. Ne Wezîrê Karê Hindur û ne jî Serokwezîr kes me nabîne." Ferît Şengul da zanîn ku wî ji bo alîkariyê serî li qaymeqamiyê daye û ev tişt got: "Qaymeqamê Erdîşê jî em nedîtin. Ez şandim Wanê. Ez çûme Wanê ez dîsa şandim qaymeqmê. Ez hema li wê holê diçim û têm. Bila dewlet êdî me bibîne." Şengul aşer kir ku wekî wan bi sedan kes li konan de dimînin û wiha axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em baca xwe ava xwe û ceryana xwe didin. Çima mafên me nayên dayîn. Bila me nexapînin. Em ê çawa zivistanê derbas kin. Bila ji vê re çareyekî bibînin."
(mk/mae)