Malbatên HPG'iyan li Meletiyê ne
Malbatên endamên HPG'iyan ên di pevçûnên li Henê û Çiyayê Katoyê jiyana xwe ji dest dan ji bo cenazeyan bigirin hatin Meletiyê.
Malbatên 5 endamên HPG'ê yên di 10'ê îlonê de li navçeya Henê ya Amedê û di 5-7'ê îlonê de li Çiyayê Katoyê jiyana xwe ji dest dan, cenazeyan bigirin hatin Meletiyê. Cenazeyên endamên HPG'ê Hakan Turgut (Serhat Colemêrg), Orhan Akdogan (Rustem Gever), Necdet Dînçadam (Dîren), Saît Eroglu (Xebatkar Reber) û Turabî Gurbuz (Erdal Amed) li morgê tên girtin. Malbat ji bo cenazeyan bigirin hatin avahiya Edliyeya Meletiyê. Li bendêne ku malbat serî li dozgeriyê bidin.
Li aliyê din malbata Endamê HPG'ê Serhan Akyon (Mêrxas Dorşîn) 2 roj berê serî li dozgeriyê dabû lê hêj li benda otopsiyê disekine û heta niha tu bersiv nedane malbatê.
(bd)