Malbatên leşkeran bi gazinc in
Malbatên leşkerên ji aliye HPG'ê ve hatine girtin bi gazinc in
METİN İNAN Malbatên 3 leşkerên ku di 6'ê Tebaxê de endamên HPG'ê zarokên wan li ser rêya Lîce û Çewlîkê girtin û bi xwe re birin, ji ber ku heta niha rayedarên dewletê bêdeng in bi gazinc in. Malbatên ku heta niha rayedarên dewletê alîkarî bi wan re nekirine û serlêdanên wan li ber çavan negirtine dîsa serî li şaxa ÎHD'ê dan. Bavê Reşat Çaçan Cemal Çaçan, anî ziman ku zarokên wan li cem rayedana bi qasî mêşekê jî qîmeta wan tune ye.
Leşkerên bi navê Ramazan Başaran, Hadî Gîzlî û Reşat Çeçan, di 6'ê Tebaxê de li ser riya bejahî a Amed-Çewlîk ya nêzîkê Qereqola Xembazê ya Cendirmeyan ji aliye HPG'ê ve hatin ragirtin. Malbata leşkerên hatin girtin, ji bo piştgiriye serî li Şaxên ÎHD û MAZLUMDER'ên Amed û Rihayê dabûn. Malbata Reşat Çeçan, Ramazan Bajaran û Hadî Gîzlî piştî ku serî li MAZLUMDER'ê ya Rihayê dan û alîkarî xwestin bendewarî û daxwazên xwe anîn ziman, li gel 2 meh derbas bûn hêj hikûmetê bersiv nedaye daxwazen wan. Malbatên ku heta niha encam bi dest nexistin dîsa resî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê dan. Dayika leşker Ramazan Başaran Besê (55) û bav Osman Başaran (65), birayê leşker Hadî Gizlî Îbrahim Halîl Gîzlî û bavê Reşat Çeçan Cemal Çeçan (59) serî li Şaxa ÎHD'ê dan. Rêveberê ÎHD'ê Mehmet Emîn Ermîn malbat pêşwazî kirin. Ermîn, anî ziman ku malbat pir bi fikarin li gel serlêdanên malbatan heta niha tu gav nehatiye avêtin. Ermîn, anî ziman ku wan wekî saziya parazvanên mafên mirovan serlêdana malbatan li ber çavan girt û her tim bang li HPG'ê kirine. Ermîn, da zanîn leşker bêsuc in û dîsa xwest ku serbest bên berdan.
Dayika Ramazan Başaran Besê Başaran (55), disa hêsir baranin û bi zorê daxwazên xwe anîn ziman. Başaran anî ziman ku ew ji tenduristiya kurê xwe bi fikare û dixwaze bi lezgîn serbest bê berdan. Bav Osman Başaran jî anî ziman ku ligel 2 meh derbas bûn jî heta niha ji rayedaran tu agahî nehat girtin.
'Rayedar sersar in'
Birayê leşker Hadî Gîzlî Îbrahîm Halîl Gîzlî yê ereb jî gazincên xwe anîn ziman û wiha got: "Em dixwazin leşker bên berdan. Dayika min nexweş e û xwişk û birayên min di nava heznê dene. Êdî li malê aramî û kêfa me nemaye. Piştî ku leşkerên tên revandin dewlet qet li wan xwedî dernakeve. Kes li me nagere û halê me napirse. Em li hemberî vê yekê serî hildidin. Em dê hemû mafê xwe yê zagonî bikar bînin.
Bavê leşker Reşat Çeçan Cemal Çeçan jî da zanîn ku ew bawer dikin ku HPG zerarê nade zarokên wan, lê dîsa bi tirs û nikarin dayikên wan îkna bikin. Çaçan, anî ziman ku zarokên wan li cem rayedana bi qasî mêşekê jî qîmeta wan tune ye. Em dibînin dewleta Filîstinê leşkerekî Îsrailê dîl girt, lê Îsraîle li hemberî wî leşkerê xwe hezar û 600 girtiyên Fîlîstinê serbest berdan."
(mae)