1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Malbatên mirovên li jêrzemîna wehşetê hatin qetilkirin: Bila dewlet ji me bitirse!
Malbatên mirovên li jêrzemîna wehşetê hatin qetilkirin: Bila dewlet ji me bitirse!,malbatên,mirovên,li,jêrzemîna,wehşetê,hatin,qetilkirin,bila,dewlet,ji,me,bitirse

Malbatên mirovên li jêrzemîna wehşetê hatin qetilkirin: Bila dewlet ji me bitirse!

Malbatên mirovên li 'jêrzemîna wehşetê' hatin qetilkirin, çend saet beriya komkujiyê daxuyanî dan ANF'ê. Malbata hêrsa xwe li dijî hikûmetê û Tayyîp Erdogan nîşan dan û gotin, "Eger tiştek bi serê zarokên me bê, wê her kes zerarê bibîne."

A+ A-

ŞIRNEX / ANF - FERHAT ARSLAN

Li navçeya Şirnex Cizîrê, birîndarên li jêrzemîna avahiyekê li benda ambûlansê bûn, duh êvarê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin.

Malbatên mirovên li 'jêrzemîna wehşetê' hatin qetilkirin, çend saet beriya komkujiyê daxuyanî dan ANF'ê. Malbata hêrsa xwe li dijî hikûmetê û Tayyîp Erdogan nîşan dan û gotin, "Eger tiştek bi serê zarokên me bê, wê her kes zerarê bibîne." Malbatan gotin, "Eger sibe cenazeyên leşkeran biçe aliyê rojava, bila wê çaxê kesek gilî û gazinan neke. Bi kuştinê re wê nikaribin Kurdan tine bikin."

Me dixwest vê daxuyaniya malbatan, bi destnîşankirina daxwaza ambûlansê re vê sibehê biweşînin. Lê belê bi komkujiyê re, hişyariyên ji aliyê malbatan ve hatin kirin, bêhtir derketin pêş...

DAYIKA AKTAŞ: BI KUŞTINÊ RE HÛN NIKARIN VÎ GELÎ BIQEDÎNIN!

Melîha Aktaş: Ez dayika Rohat Aktaş im. Ev 14 roj in ji bo çûyîna Cizîrê em di rê de ne. Qatê jêrzemînê bi ser zarokên me de rûxandine, ev hefteyeke em agahiyê ji zarokên xwe nagirin. Em nizanin bê sax in an mirî ne. Em naxwazin zarokên me li wê jêrzemînê bimirin. Eger tiştek bi wan bê kirin, ev yek wê li gel hatibe kirin. Ji vê derê ji Serokwezîr re dibêjim; Eger zarokên we bi rojan bi birîndarî li wê jêrzemînê asê mabûna, eger we agahî jê nestandibûna, we yê çi bikira? Deqeyekê xwe bixin şûna me. Ji bo wergirtina zarokên xwe em dikevin ser rê, lê hûn destûra vê jî nadin. Parlamenterên me bi gel re dikevin ser rê lê hûn bi bombeyên gazê êrîş dikin. Bi kuştinê re hûn nikarin vî gelî biqedînin. Bi tenê hûn ê êşê zêde bikin.

DAYIKA YAVÛZEL: BILA DEWLET JI DAYIKÊN KURD BITIRSE!

Xanim Yavûzel: Ez dayika Mehmet Yavûzel im. Bi rojan e ji bo derxistina zarokên me yên li jêrzemînê asê man e em di rê de ne. Ji bo sekinandina wehşeta AKP'ê em li vir in, ji bo sekinandina van zaliman em li vir in. Bi van nêzîkatiyên xwe yên zalimane re hûn dikarin çi ji me bigirin? Eger kuştin be, bi kuştinê re hûn nikarin me biqdînin. Em yek bimirin, bi hezaran ji dayik dibin! Divê êdî dewleta Tirk vê gelekî baş zanibe. Bila nebêjin, 'me ewqas ji wan kuştin, me ew qedandin'. Em bi mirinê re zêde dibin. Bila dewlet êdî ji dayikên Kurd bitirse!"

Banga min li her kesên ji xwe re dibêje 'ez mirov im, li pêşberî vê zilmê dilê min dişewite' ye; bila biherikin Botanê û avê li vî agirî bike. Li jêrzemînê birîndarên me hene, cenazeyên me riziyan e. Êdî gotinan nabînim bilêv bikim. Xwelî li serê ew kesên deng dernaxînin be. Daxwaza min ew e, ku tişta bi serê Mehmetê min de hat, bi serê zarokê Davûtoglû de jî bê.

KEKÊ YAVÛZEL: BI ROJAN E LI BER MIRINÊ HEWL DIDIN BIJÎN!

Halîl Yavûzel: Ez kekê Mehmet Yavûzel im. Ji vê derê bang li Ahmet Davûtoglû yê nikare bibe Serokwezîr dikim; Ev 15 roj in birîndarên me li jêrzemînê ne. Ji bo rizgarkirina birîndarên me, di encama hevdîtinên parlamenterê me Îdrîs Balûken de ambûlans hat şandin, lê polîs û leşkeran bi gotina 'Em Serokwezîr nas nakin' ambûlans vegerandin. Eger li cem vî Serokwezîrê şeref û namûs hebûya, wê îstifa nekira? Lê ez nebawerim şeref û namûs pê re hebe. Afirînerê vî şerî Serokkomar Erdogan bi dîktatoriyê re dixwaze gelê Kurd tine bike, lê wê nikaribe bike. Desthilatdariya dîktatoran di dawiya dawî de hildiweşe. Bila li dîktatorê cîranê xwe binêre; li reşa Saddam, ya Esad binêre. Aqûbeta wî jî wê bi heman rengî be. Banga me li gelê Kurd û Tirk e; eger sibe cenazeyên leşkeran biçe aliyê rojava, wê demê bila ti kes gilî û gazinan neke. Ji ber ku zarokên me bi rojan e li ber mirinê li ber xwe didin. 37 mirovên me li pêş çavan tên qetilkirin. Divê raya giştî ya cîhanê vê zilmê bibîne. Eger dadgehên navneteweyî vê zilmê nabîne, wê demê bila ti kes qala hiqûq, edalet û terorîzmê neke.