Malbatên Roboskiyê piştgirî dan!..
Malbatên Roboskiyê piştgirî dan çalakiyên xizmên windayan
Çalakiya bi navê "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" ku ji aliyê ÎHD û Xizmên Windayan tê lidarxistin kete hefteya 174'an. Malbatên kesên di Komkujiya Roboskî de hatin qetilkirin piştgirî dan çalakiyê û xwestin kiryar bên darizandin. Malbatan bertek nîşanî rojnamegeran jî dan û gotin: "Heke 'toqa' we di destê Erdogan be, nêzî me nebin, neyên cem me."
Malbatên kesên di Komkujiya Roboskiyê de hatin qetilkirin beşdarî çalakiya her hefte bi navê "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya li Perqa Koşûyolûyê tên lidarxistin, bûn. Ji bilî malbatên Roboskiyê Hevseroka BDP'a Amedê Zubeyde Zumrut, bijîşkên ku beşdarî 4'emîn Kongreya Tip a Mezopotamyayê bûn, endamên KESK'ê û xizmên windayan beşdarî çalakiya ku 174 hefteye didome, bûn. Di çalakiyê de wêneyên ku di binçavan de hatibûn windakirin û kesên di Komkujiya Roboskiyê de hatibû qetilkirin hatin hilgirtin û pankarta wekî "Ji Roboskiyê dad", "Bila kujer hesap bide" û "Êşên me didome" hate vekirin.
'Heta ku şer didome dê dayîk bigirîn'
Endama Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'a Amedê Necîbe Guneş Perînçek axivî û diyar kir ku heta li ser vê axê şer hebe dê mirin çêbibin û ji ber vê yekê dê dayîk bigirîn. Guneş Perînçek bibîr xist ku di sala 1993'an li 2 gundên girêdayî Cizîrê operasyon hate kirin û di encama bombeyên kazanê de 38 kes hatibû kuştin. Perînçek diyar kir ku di 28'ê Kanûnê 2011'an de jî Komkujiya Roboskiyê pêk hatiye û destnîşan kir ku ligel gelek komkujî di vê pêvajoyê de pêkhatibîn jî kiryarên wan nehatiye darizandin. Di çalakiya windayan a vê hefteyê de kuştina Xebatkarê Rojnamela Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr hate vegotin. Perînçek diyar kir ku Akdemîr ji ber nûçeyên derbarî kuştinên kiryar ne diyar ku ji aliyên paramîlîter pêk dihatin dinivîsand polîsan gef lê dixwarin û wiha got: "Di 8'ê Pûşberê 1992'an dema serê sibehê ji malê derket, ji aliyê kesên sivîl û di destê wan de bêtel hebû bi çekê hate kuştin."
'Kiryarên Hafiz Akdemîr li ku derê ne? '
Perînçek, diyar kir ku malbata Hafiz Akdemîr tevi Parlementerê Amedê yê wê demê Hatîp Dîcle ji bo cenazeyê werbigire çûne morga nexweşxaneyê û wiha axivî: "Polîsan ji kesên ku ji cenazeyê bigirin çûbûn wir dibêje 'cenazeyê îro bêdeng veşêrin'. Lê dema Hatîp Dîcle dibêje, 'Ez nikarim biryara wê bidim, dê malbat bide', polîsan cenazeyê nade û bi xwe vedişêre. Birayê Hafiz Bakî Akdemîr jî di sala 1980'an li Amedê ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest dabû. "
Malbatên Roboskiyê pirsa windayan kirin
Li ser navê malbatên Roboskiyê Felek Encu axivî û diyar kir tevî malbatên windayan beşdarî çalakiyê dibin û dixwazin kiryar werin girtin û darizandin. Encu, destnîşan kir ku heta niha kiryarên Komkujiya Roboskiyê derneketine pêşberî darazê û diyar kir ku ji bo ev bûyer zelal bibe gelê kurd bi hevre têkoşîn dide. Cabbar Ûysal ê ji Gundê Roboskiyê jî anî ziman ku dad nehatiye Roboskiyê lê Erdogan dixwaze bi tazmînatan rewşê bi borîne.
Bijîşk jî piştgirî dan
Li ser navê bijîşkên ku beşdari 4'emîn Kongreya Tip a Mezopotamyayê Dr. Mehmet Demîr axivî. Demîr diyar kir ku mafê hemû kesan heye ku şîn bigirin û wiha got: " Lê divê dema van şîna hebe. Dayîkên wekî Dayika Berfo 30 sale li zarokên xwe digerin. Rayedaran piştî 30 salan derdikevin û dibêjin 'zarokê te di binçavan de mir'. Kiryar nayên darizandin, gor dernaxin holê. Em wekî bijîşkên parastina mafê jiyanê dikin dixwazin dawî li vê zilmê bê kirin." Piştî axaftinan malbatan 5 deqîqe çalakiya rûniştinê li dar xistin.
Di dawiya çalakiyê de Felek Encu bertek nîşanî rojnamegeran da û wiha got: ""Heke 'toqa' we di destê Erdogan be, nêzî me nebin, neyên cem me."
ÊLİH
Çalakiya bi navê "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" ku ji aliyê ÎHD û Xizmên Windayan tê lidarxistin li Cadeya Gulîstan hate lidarxistin. Endam û rêvebirên BDP'a bajêr û navçeyan, MEYA-DER û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên winda hate hilgirtin. Di çalakiyê de Serokê ÎHD'a Êlihê Osman Kunteş axivî û diyar kir ku di salên 1990'an bi kuştinên kiryar ne diyar şiyar dibûn, niha jî bi operasyonên girtin û binçavkirinan şiyar dibin. Kunteş balkişand ser operasyona Wanê û wiha got: "2 roj berê li Geverê di cenazeya HPG'iyan de polîsan gule barand û ciwanekî 17 salî hate kuştin. Heta niha 105 rojnameger, 45 parêzer, 19 parazvanê mafên mirovan, sendîkvan, parlementer, 32 şaredar û bi sedan rêvebirên BDP'ê hatin binçavkirin û girtin. Li tu derê cîhanê pirsgirêk bi zorê, bi zextan, bi kuştin û girtinan nehatiye çareserkirin. Li vir jî çareser nabe. Me heta niha aştî xwest, em ê ji îro pê de jî aştî bixwazin."
Piştî daxuyaniyê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.
(ab)