Malbatên Roboskiyê: Şerm bikin!
Malbatên Roboskiyê bang li parlementerên kurd ên AKP'î kirin: Şerm bikin!
M. ZEKÎ ÇÎÇEK / JIHAT AKÇA
ŞIRNEX (DÎHA) - Malbatên ji Roboskiyê ku di bombebarana balafirên şer ên tirk de 34 ciwanên wan hatin qetilkirin lêgerîna xwe ya edaletê didomînin. Malbatan anîn ziman ku dema diçin ser goristanê ji Tabûrê bang li wan dikin û dibêjin "Hûn çima çûn ser goristanê?" û ji wan dixwazin ku ser komkujiyê bê girtin. Malbatan bang li parlementerên kurd ên AKP’î kirin û wiha gotin: "Ger tirsa xwedî di dilê we de hebûya we dê ji AKP'ê îstîfa bikira. Heta hûn di wê partiyê de bin ji xwe şerm bikin. Kesên tirsa xwedê di dilê wan de hebe bila dengê xwe nedin AKP'ê. Ji ber ku hikûmeta AKP'ê kujer û qatil e."
148 roj berê li gundê Roboskiyê yê Qilebana Şirnexê balafirên şer ên tirk li dijî qaçaxvanan bombe barandin û di bombebaranê de 19 jê zarok 34 welatiyên sivîl perçe kirin û qetil kirin. Hêj ser komkujiya ku di 28'e kanûna 2011'an de pêk hat, nehatiye ronîkirin. Li gel ku rojnameyên emerîqî diyar kir ku DYA'ê îstîxbarat daye û Serokwezîr Erdogan jî îtîraf kir ku di dîmenan de mirov nayên naskirin lê hêj ser bûyerê ronî nebûye. Herî dawî rojnameya Wall Street Journal, diyar kiribû ku îstîxbarata bambebaranê DYA' daye û pişt re balafirên şer ên tirk komkujî pêk anîye.
Li gel hemû serlêdanên malbatan û bertekên saziyên sivîlên ji bo bûyer ronî bibe jî dîsa heta niha ji bo ronikirina bûyerê tu gav nehatin avêtin. Ji bo ku hikûmet ser bûyerê bigire xwest tezmînatê bide malbatê. Li aliyê din jî dixwaze malbatê bişîne operasyonan û daşo nava şer û pevçûnan.
Li hemberî vê helwesta hikûmetê malbatan bertek nîşanî rayedarên hikûmetê da û xwest hemû parlementerên kurd îstifa bikin û gelê kurd jî dengê xwe nedin AKP'ê. Birayê Zeydan Orhan Encu ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Omer Encu axivî û diyar kir ku hikûet dixwaze ser bûyerê bigire. Ençu, anî ziman ku hikûmetê ji bo ser bûyerê bigire 120 mîlyar teklif kiriye û pişt re dîsa ji bo malbatan bêdegn bike dê 100 mîlyarên din bide malbatan. Encu, da zanîn ku wan ev daxwaza dewletê û hikûmetê qebûl nekiriye. Ençu, bilêv kir ku niha jî soza kar û kadro dide malbatan. Encu, bilev kir ku wan hemû hewldanên dewletê yên ji bo ser bûyerê bincil bike red kir û wiha got: "Em zarokên xwe bi tu tiştî nafiroşin. Em tenê dixwazin bûyer ronî bibe û kujer bên darizandin."
'Ger zext bidomin em dê gund terk bikin'
Encu, da zanîn ku her tim di bin gefê leşkeriyê de dijîn û wiha got: "Kesên diçin ser goristanê leşkerên tabûrê bang li wan dikin. Dixwazin me bêdeng bikin. Lê me dixwazin ser bûyerê ronî bibe. Em dixwazin berpirsiyar bên darizandin û cezakirin."
Encu, da zanîn ku di bûyerê de Servet Encu yê birîndar xelas bû ji ber daxuyani dan çapemeniyê her tim di bin gefan de dijî û ji ber vê yekê li gel malbata xwe gund terk kirin. Encu, anî ziman ku malbata Servet Encu çûn Herêma Federal a Kurdistanê û ger gefên li dijî wan bidomin ew jî dê gund terk bikin.
'Kê bombe li ser zarokên me barandin? Kê zarokên me kuştin?
Dayika Salîh Urek ê jiyana xwe ji dest da Medine Urek, jî bertekên xwe anî ziman û wiha got: "Serokwezîr Erdogan dibêje Îstîxbatara Neteweyî ya Tirk (MÎT) bi dest xistiye. Em dixwazin kesên îstîxbarat dane bên zelalkirin. Kê li ser zarokên me bombe barandin? Qatilên zarokên me kîne? Malek pere jî bidin me em zarokên xwe nadin bi pereyan. Ma em zarokên xwe bi pereyan difiroşin? Em dê heta dawî têkoşîna xwe bimeşînin. Em pêşiya Serokwezîr, Serokomar û Wezîrê Dadê bernadin. Ev komkujî bi zanebûn hatiye kirin. 13 zarokên me yên birîndar di destê me de mirin. "
Bavê Yuksel Urek ê jiyana xwe ji dest da Abdurrahman Urek jî xwest Serokwezîr Erdogan baş zanibe ku dê pêşiya buyerê bernedin û wiha got: "5 mehin bêdengin û hêj ser bûyerê ronî nekirine. Dixwazin ser bûyerê bigirin. Lê em dê teqez ser vê bûyere ronî bikin.b 20 sal jî derbas bibin em dê dozê bişopînin. Em bang li parlementerên kurd ên AKP'î dikin û dibêjin; Ger tirsa xwedî di dilê we de hebûya we dê ji AKP'ê îstîfa bikira. Heta hûn di wê partiyê de bin ji xwe şerm bikin. Kesên tirsa xwedê di dilê wan de hebe bila dengê xwe nedin AKP'ê. Ji ber ku hikûmeta AKP'ê kujer û qatil e. Hûn dê rojekê teqez ji wê qoltixê dakevin û hesabê vê yekê bidin. Ger ku zulma zalîman hebe yên mazluman jî xwedayê wan heye.
'Hûn dê rojekê teqez dê hesabê vê yekê bidin'
Dayikıa Yuksel Urek Emine Urek jî anî ziman ku wan çawa nûmaraya nasnameyê ya TC'ê dabe wan divê edaletê jî bidin wan. Urek, bilêv kir ku ew wan hewaleyî xwedê dikin û dê xwedê rojeke teqez hesap ji wan bipirse û wiha got: "Hûn ne 200 trilyon tonek pere jî bidin min ez dê dîsa têkoşîna xwe berdewam bikim.
(mae)