1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Malbatên Roboskê roja Pêncşemê li ber Navenda Giştî ya AKP’ê ne
Malbatên Roboskê roja Pêncşemê li ber Navenda Giştî ya AKP’ê ne,malbatên,roboskê,roja,pêncşemê,li,ber,navenda,giştî,ya,akp,ê,ne

Malbatên Roboskê roja Pêncşemê li ber Navenda Giştî ya AKP’ê ne

Malbatên 34 ciwanên kurd yên li Gundê Roboskê a navçeya Qilabana Şirnexê ji aliyê balafirên şer ve hatin qetilkirin, ji bo canên xwe yên wenda kirin daxwazên xwe yên edeletê dê li ber Navenda Giştî ya AKP’ê bînin ziman.

A+ A-

Malbatên 34 ciwanên kurd yên li Gundê Roboskê a navçeya Qilabana Şirnexê ji aliyê balafirên şer ve hatin qetilkirin, ji bo canên xwe yên wenda kirin daxwazên xwe yên edeletê dê li ber Navenda Giştî ya AKP’ê bînin ziman.

Malbatên 34 ciwanên kurd yên li Roboskê bi balafirên şer hatin bomeberan kirin û qetilkirin roja pêncşemê li ber Avahiya Giştî ya AKP’ê dê çalakiya protestoyî pêk bînin. Malbatên Robokê diyar kirin ku ji aliyê Wekîlê Koma AKP’ê Mahîr Onal ve ‘bursa di encama komployê de ji bo zarokê wan tê dayîn’ wekê marîfet ji rayagiştî re tê parvekirin û wiha got: “Em malbatên roboskê daxwazên edeletê dikin. Em diyar dikin ku pêngavên şênber nayê avêtin. Wekîlê serokê Koma AKP’ê Mahîr Oner bursa k udi encama komployekê de dide zarokên me wekê marîfetekê nîşanê rayagiştî dide. Em wekê malbatên Roboskê dê li ber navenda giştî ya AKP’ê daxuyaniyê bidin û em dê daxwazên xwe yên edaletê careke din bînin ziman.

Malbatan diyar kirin ku tenê daxwazeke wan heye û ev jî ronîkirina komkujiyê ye û wih agot: “Ji bo em deng nekin ruşvet teklîfê me hat kirin, me duh çawa red kir em îro jî û di pêşerojê de jî red dikin. Em malbatên Roboskê diyar kriin ku lêgerîna me ya edeletê dê heta ronîkirina komkujiyê bidome. Di vê mijarê de roja Pêncşemê em dê saet di 11.00’and e daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Em hemû kesî bi hestiyar vexwendiyê daxuyaniyê dikin.”

ANF