Malbatên Êzidî: Ev fermana 74’an e, cîhan bêdeng e!
BÎLAL GULDEM
ÊLIH (DÎHA) – 9 malbatên Êzidî yên ji Şengalê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê koçber bûne û li gundê Êzidiyên Bazîwanê ya Qubînê bicih bûne, bertek nîşanê êrîşên DAIŞ'ê dan û bang li gelê kurd kirin da ku demildest yekîtiya xwe ava bikin. Malbatan ku bertek nîşanê xemsariya hikûmeta Herema Fedaral a Kurdîstanê jî dan bang li gelê kurd kirin ku xwedî li êzidiyan derbikevin.
Her ku diçe êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên dijmirovahiyê, li Şengal û li ser civaka êzidî zêde dibin û ev êrîş dibin sedema koçberiya mezin. 9 malbat di encama şer û pevçûnên giran de koçber û hatin gundê êzidiyan Bazîwanê yê bi ser navçeya Qubîna Êlihê. Ev 9 malbat ji 50 kesan pêk tê û hatine cem êzidiyên gundê Bazîwanê bicih bûne. Malbatên ji ber êrîşên DAIŞ koçber bûne, li gundê Bazîwanê li malan hatine bicihkirin. Di nav malbatên koçber de zarok jî hene û nîvê van malbatan jî hêj ne hatine vî alî. Ev malbatên Êzidî, ji navçeya Xanika bi ser Dihok, bajaroka Xetarê ya bi ser Tilkêfa ya Musilê û ji bajaroka Şariya ya Dihokê hatine Qubînê.
Malbatan serpêhatiyên xwe yên ji ber êrîşan DAIŞ hatine serê wan ij DÎHA'yê re vegotin.
‘Pêşmergeyan carek din bêbextî li me kir'
Jina bi navê Xiyan Xêro Xemo ya ji navçeya Xanika ya Dihokê ye diyar kir ku ew ji ber êrişên çeteyên DAIŞ reviyane hatine vir û got ku çete zarok û jinan qetil dike. Xemo, da zanîn ku gelek xizmên wan li wir man û gelek jî ketine destê çeteyan û wiha got: “Pêşmergeyan ji bo me tu tiştek nekir in. Çek nedan me. Ger ku pêşmerge çek bidaban me, me jinan jî dê şer bikira. Me yê zarokên xwe ji tîn û birçîna dimirin xelas bikira. Gelê me Şengalê perîşan bûye. Alîkariya herî zêde PKK ji bo me kir. Pêşmergeyan carek din bêbextî li me kir. Ji ber ku pêşmergeyan em xelas nekirin, gelê me neçar ma ku li çiya bimînin.”
‘Heke pêşmergeyan em parastiban em ê rizgar bibûna’
Jina bi navê Nefiya Hesen a ji bajarokê Xetarê ya bi ser Tilkêfa Musilê ye jî destnîşan kir ku endamên DAIŞ ne mirovin û got ku fermana êzdiyan anîn. Hesen, bilêv kir ku ew ji ber wahşeta çeteyên DAIŞ’ê reviyane û hatine gundê Bazîwan ê. Hesen, wiha axivî: “Pêşmergayan ji bo me êzdiyan tu tiştek nekiriye. Çi jî bêjin derewan dikin. Ger ku pêşmerge nereviyaban dê Şengal rizgar bûba. Pêşmergeyan li hember DAIŞ tu şer li Şengalê nekiriye. Bi sedan jinên êzidî desteser kirine û birine Musilê. Heke pêşmergeyan em parastiban em ê rizgar bibûna. Pêşmergeyan em firotin. Ger ku çek û amûrê şer bidana wê jinên Şengalê li ser piya bûna. Alîkariya ku PKK ji me re kirine tu kesî nekiriye. Em ji biçûkan heta mezinan ji bo PKK amade ne. Banga alîkariyê dikim ku her kes bêtir xwedî li êzidiyan derbikeve.” Hesen, da zanîn ku zarokek wê ya yek salî ji ber pasaport tune bûye li aliyê Başûr maye û got ku ew ji hev perçe bûne.
‘Li ser êzidiyan du car zilm pêk tê’
Hevserê Nefiya Hesen, Suleyman Hesen jî got ku hemû zar û zêçên wan ji tîna û birçîbûnê dimirin û wiha got: "Ka em ê hawara xwe bigîhînin kî; hemû millet dijminê kurdan e. Niha jî jiwxe ku kurd bibin dijminê hev dê cîhan bi serê me de xerabe bibe. Lazime hemû gelê kurd bibe yek û hawara bikin yek. Divê Bakûr, Başûr, Rojava û Rojehelat hemû bibin yek. Li Kurdîstanê fermane. Bes êdî em bibin yek. Em ê heta kêngê di bin zilmê de bin. Heke ku dengê min tê we bes e êdî bibin yek.”
Hesen, di berdewamê de da zanîn ku li ser êzdiyan du caran zilm pêk tê û wiha got: “Yek ji ber ku em kurd in. Yek jî ji ber ku em êzidî ne. Em jî mafê xwe dixwazin. Em baweriyek aşîtixwazin ne şerxwazin. Dema zarok û jinên me qetil bikin û birevînin em ê çi xweliyê li serê xwe bikin. Hêstirên çavan nemane ku em êdî bibarînin. Ger ku rondikê min bên jî hemû xwîn in.”
‘Dilê Barzanî na êşe’
Hesen, bang li hemû Êzidî û gelê kurd kir ku bila ji bo Şengalê di nav çalakiyan de bin û got ku bila maddî û manevî xwedî li gelê êzidiyên Şengal û Başûr derbikevin. Hesen, bal kişand ser vekişîna pêşmergeyan û wiha bertek nîşan da: “Pêşmergeyan digot em ê bi roj û şev li cem we bin. Lê çawa DAIŞ kete Şengalê ew jî reviyan. Ez nizanim ji ber çi sedemî jî reviyan. Em welatiyê Barzanî ne. Li kîjan perçeyê Kurdîstanê tilaya yekî xwîn dibe, dilê min diêşe. Lê ger ku dilê Barzanî ne êşe ew kêfa xwe dizanin.”
Hesen, bilêv kir ku ev fermana 74’an a bi ser gelê êzidî de hatiye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev ferman, fermanek giran e. Fermanên berê jî dijwar bûn. Ka xwedî derketina cîhanê û mirovatiyê. Tu mirovatiya dewleta nîn e. Jin, zarok tên qetilkirin û gelê mi de çiyayan de dijî, lê her kes razayî ne.”
‘Fermana 74’an e lê cîhan bêdenge’
Şerîf Murad ê mamoste ye û ji bajarokê Şariya bi ser Dihokê ve li cem malbata xwe hatiye gundê Bazîwan ê. Murad, diyar kir ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ne karekî mirovanî ye û got ku DAIŞ ne misilman e. Murad, bal kişand ser ferman gelê Êzidî û wiha got: “Ev bû fermana 74’an e li ser Êzidiyan çê dibe, lê her kes bêdenge. Em hêvî dikin ku dê dewletên din alîkariya gelê me bikin.” Murad, bang li gelê kurd kir ku yekîtiya xwe ava bikin û got ku da gelê kurd ji bin vê zilm û zorê rizgar bibe.
Kurê keya yê gundê Bazîwanê yê Êzidî Îhsan Baş jî banga xwedî derketina Êzidiyan li gelê Bakûr kir û daxwaz kir ku derê wan ji bo birayên wan Êzidî her tim vekirî ne.
(bg/lg)