Malbatên Şehîdan: Pêwîste Barzanî lêborînê bixwaze
QAMIŞLO/EFRÎN / hawarnews.com – Saziya Malbatên Şehîdan a Qamişlo û endamên Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînê daxuyaniya Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî şermezar kirin û xwestin ku Barzanî ji “Malbatên Şehîdan” lêborînê bixwaze.
Li Qamişlo bi dehan endamên Saziya Malbatên Şehîdan bi armanca şermezarkirina daxuyaniya Barzanî li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan hatin cem hev. Beriya xwendina daxuyaniyê deqeyek rêz hate girtin. Piştre daxuyanî ji aliyê Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Mihemed Şêxmûs ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku daxuyaniya Barzanî li dijî nirxên ku şehîdan bi berxwedana xwe ya li dijî êrîşên komên çete afirandine ye.
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku şehîdên Rojava li dijî êrîşên komên çete yên di ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê û Rojava û Başûrê Kurdistanê derbasî herêmên Rojava dibûn liberxwe dane û bi qehremanî jiyana xwe jidest dane. Di daxuyaniyê wiha hate gotin: "Pêwîstbû Barzanî malbatên şehîdan xelat bikirana û hêza meanewî bida wan, lê mixabin Barzanî berevajî vê yekê kir. Pêwîste Barzanî ji malbatên şehîdan lêborînê buxwaze."
Piştî xwendina daxuyaniyê hin endamên Saziya Malbatên Şehîdan helbest xwendin. Piştî xwendina helbestan çalakî bidawî bû.
Li Efrîn jî welatiyan nerazîbûna xwe anî ziman. Dayîka Egîd daxuyaniya Barzanî şermezar kir û da zanîn ku Barzanî bi Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan re bûye yek û dest ji nirxên gelê kurd berdaye.
Dayîka Hîra jî destnîşan kir ku kesên bawer nakin ku li Rojava şoreş heye pêwîste were Rojava û wêneyên şehîdan li kolanan bibîne û wiha axivî: " Kesên wêneyên şehîdan nebîne ew kor e."
Dayîka Ehmed jî da zanîn ku şoreşa Rojava li ser hêza xwe hatiye pêk anîn û tu alîkarî ji Başûr û deverên din ne stendiye û ev tişt gotin: "Dîrok dê şoreşa Rojava bi tîpên zêrîn binivîse. Barzanî bi helwesta xwe ya li dijî şoreşa Rojava têkçûna xwe nîşan dide."
Hevsera têkoşerê kurd Zekeriya jî wiha axivî: "Helwesta Barzanî ne tiştekî nû ye. Ez wekî hevjîna şehîdekî wekî hemû malbatên şehîdan bi yekîtiya Kurdistanê re me. Her kesekî ku li dijî vê yekê be ew xayîn e. Şoreşa me dê pêş bikeve."
Dayîka tekoşer Egîd jî da zanîn ku tu cûdahî di navbera siyasetên Rêjîma Baas û Hikûmeta Başûrê Kurdistanê de tune ye û soz da ku heta dawî ew ê li ser riya şehîdan bimeşînin. Endama Saziya Malbatên Şehîdan jî da zanîn ku siyaseta Barzanî û Erdogan heman siyaset e û di xizmeta hêzên sermyandar de ye.
)ie/aq)