Malbatên 'Şehîdan' ên Rojavayî li Almanyayê birêxistin dibin!
DORTMUND 02.06.2014 07:46:11 Malbatên Rojavayiyên di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, li Almanyayê hatin cem hev. Di civîna ku gelek mijar lê hat nîqaşkirin de biryar hat dayîn ku malbatên 'Şehîdan' ên Rojavayî xwe birêxistin bikin.
Bi peşengiya Malbatên Mexdûr û Wendahiyên Kurdistanê (KOMAW) a navenda wê li bajarê Almanya Hagenê ye, malbatên Rojavayiyên di demên cuda de di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dan, hatin cem hev. Malbatên li bajarên cuda yên Almanyayê dijîn, li Dortmundê civiyan. Li salona civînê wêneyên cangoriyên li cihên cuda yên Kurdistanê û di şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest dane hatin daliqandin. Salih Cizîrî di axaftina xwe ya li ser navê KOMAW'ê de bal kişand ser rola Rojava di şoreşa Kurdistanê de û got, "Tevahiya şehîdên xaka Kurdistanê, nanê Rojava xwarine, ava wê vexwarine. Rojava bingeha şoreşa Kurdistanê daniye. Xwedî xizmeteke 40 salan e. Nirxên îro derketine holê jî berhemên vê dîroka navdar e."
Salih Cizîrî da xuyakirin ku Kurdên li Rojava xwedî fedekariyeke mezin e û axaftina xwe wiha dewam kir: "Her çar parçeyên Kurdistanê bi xwîna şehîdên Rojavayî hatine avdan. Di şoreşa bi pêşengiya Rêber Apo de jî, bêguman barekî giran vî parçeyî me hilgirtiye ser milê xwe. Bi hezaran şehîdên me hene. Xwedîderketina li van şehîdan deynê me ye. Wan mîrateya xwedîderketina li van nirxand, ji me re hiştin."
Di nîqaşên piştî axaftinan de gelek pirsgirêkên tên jiyîn hatin nirxandin. Biryar hat dayîn ku bi hemû malbatên 'Şehîdan' ên Rojavayî pêwendî were danîn û di bin sîwanê KOMAW'ê de bên birêxistinkirin.