1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Malterre: Rayedarên tirk axaftina Guney tespît kirine
Malterre: Rayedarên tirk axaftina Guney tespît kirine,malterre,rayedarên,tirk,axaftina,guney,tespît,kirine

Malterre: Rayedarên tirk axaftina Guney tespît kirine

A+ A-

09:37 04.04.2014 EREN DİNÇ / DENİZ NAZLIM

ENQERE (DÎHA) - Parêzer Jean-Louis Malterre yê ku dosyaya Fransayê dişopîne der barê komkujiya Parîsê lêpirsîna ku li Tirkiyeyê tê meşandin bi Dozgerê Komarê yê Enqereyê re hevdîtin pêkanî. Malterre, diyar kir ku bersûçê komkujiya Parîsê Omer Guney gelek hevdîtin li ser telefonê pêkaniye û wiha got: "Li pişt Guney ki heye? Kê çek da vî kesî? Divê ev yek bê zelal kirin. Ev yek ji bo lêpirsînê gelek girînge. Çapemeniya Tirk jî diyar kiribû ku ev hijmarana yek yê MÎT'ê ne. Lê ev yek ji aliyê Dozgerê tirk ve nehat derewandin. Peytandina hevdîtinên telefonê girêdayê rayedarên tirke. Fransa nikare divê mijarê de tiştek bike."

Di 9 Çileya 2013'an de siyasetmedarên jin yê kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li paytexta Fransayê Parêsê ji aliyê Omer Guney ve hat qetilkirin. Piştî komkujiyê Fransa hêj bêdengiya xwe diparêze, bersûçê komkujiyê Omer Guney demek kurt ji aliyê hikûmeta Faransayê ve hat girtin. Di pêvajoyên piştre derket holê ku tekîliyê Omer Guney û MÎT'ê bi hevre heye û der barê vê de tomarê deng û belgeyên MÎT'ê derket holê. Ev nêzî salekiye lêpirsîna komkujiyê him li Fransayê him jî li Tirkiyeyê tê maşandin lê heta niha tu pêşketin di komkujiyê de çênebû û bûyer ronî nebûn. Lêpirsîna ku li Tirkiyeyê berdewam dike ji ber ku biryara "nepeniyê" heye dosyayê dozê ji aliyê parêzeran ve jî nayê lêkolînkirin. Lêpirsîna ku ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Enqereyê ve dihat meşandin di rojê borî de biryara "nepenî" rabû. Lê pirsîna Tirkiyeyê û Faransayê hêj berdewam dike, Parêzer Jean-Louis Malterre yê ku dosyaya Fransayê dişopîne hat Tirkiyeyê û bi Dozgerê Komarê yê Enqereyê re hevdîtinan pêktîne. Malterre, lêpirsîna komkujiya Parîsê yê ku li Tirkiyeyê û Fransayê tê meşandin ji DÎHA yê re vegot.

'Ji bo dosyayê gelek lêkolînên ku bê kirin heye'

Malterre, diyar kir ku ji ber ku di hiqûqa Fransayê de biryara "nepeniyê" heye zê de nikare der barê komkujiyê de tiştek bêje dê bes dikare di çarçoveya giştî de bigre dest. Malterre, diyar kir ku di dosyayê de pêşketin heye û wiha got: " Dosya hêdî pêşdikeve. Ji bo dosyayê gelek lêkolînên ku bê kirin heye. Gelek hevdîtinê telefonê yê Guney çêbûne. Divê têkîliyên wan hemû telefonan bê lêkolînkirin. Hevdîtinên Telefonan him li Tirkiyeyê heye him jî li Fransa yê heye. Divê der barê vê de lêkolîn bê kirin. Hekîmê Fransayê heta niha xebatek berfireh kiriye."Maltere diyar kir ku di çarçoveya dosyayê de kujer bersûç Omer Guney girtiye, lê Guney komkujî qebûlnekiriye. Malterre anî ziman ku dê dosyaya komkujiyê di demek kurtde zelal be. Malterre, diyar kir ku ji bo ku lêpirsîn pêşbikeve pêwiste hêzên li pişt Guney derbikevin holê ev yek ji bo zalalbûna dosyayê geşedanek girînge û wiha got: "Li pişt Guney ki heye? Kê çek da vî kesî? Divê ev yek bê zelal kirin. Ev yek ji bo lêpirsînê gelek girînge. Hekîmê lêpirsînê yê Fransa ji dozgerê Tirkiyeyê alikariya edlî xwest û der barê dosyayê de hinek agahi xwestine lê heta niha rayedarên Tirk tû bersiv nedaye." Malterre, diyar kir ku bi endama Komisyona Hiqûqê ya BDP'ê Parêzer Pinar Akdemîr re bi Dozgerê Komarê yê Enqereyê re der barê dosyayê de hevdîtin pêkanî û wiha got: "Em bi dozgerên tirk re der barê daxwazê Hakîmê lêpirsînê yê Fransayî tiştên ku xwastini de axivîn. Dozgerên tirk ji mere gotin em ji bo wî lêkolînê dikin. Dozgerên tirk diyar kirin ku dê demek kurd de bersiva Hekîmê lêpirsînê ye Frasayê bidin."

'Rayedarên tirk ne derewandin'

Malterre, diyar kir ku li Fransayê di rewşên wiha de bes parêzer dikare xwe bigîhine dosyayê û wiha got: " Hekîmê Fransayê der barê tekîliyê Guney de ji rayedarên tirk alikariya edlî xwestiyê û her wiha Hekîmê Fransayê der barê hevdîninên ku Guney di telefonan de kirini de hinek hevdîtin ji dozger pirsiye. Ev hijmar li ser navê kêye û dinava kijan demê de bi wan re axivîne. Ji ber ku peytandina wan telefonan girêdayê rayedarê tirk e. Di vê mijarêde Fransa nikarê tiştek bike. Heta niha derbarê van hevdîtinan de di dosyaya Fransayê de tiştek nîne.Çapemeniya Tirk jî diyar kiribû ku ev hijmarana yek yê MÎT'ê ne. Lê ev yek ji aliyê Dozgerê tirk ve nehat derewandin. Hekîmê Fransayê alikariya Edlî ji dozgerên tirk xwestibûn lê bersiva vê yekê nahat dayîn. Ji ber vê yekê em hinek diqilqilin. Ji ber vê yekê em xwest em bi dozgerê tirkre hevdîtinê pêkbîne. Dozgerê tirk diyar kir ku li ser hinek mijaran lêkolînan dike. Rayedarên tirk diyar kir ku dê dema lêkolînên wan bi dawî be dê bi rayedarên Frasayê re parbikin. Dozgerê tirk divê mijarê de sozda me." Meltere diyar kir ku alikariya rayedarên tirk ya derbarê dosyayê de ji bo wan gelek girînge.

(my/mae)