1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Mamosteyên Başûr kongreya xwe lidar dixin
Mamosteyên Başûr kongreya xwe lidar dixin,mamosteyên,başûr,kongreya,xwe,lidar,dixin

Mamosteyên Başûr kongreya xwe lidar dixin

A+ A-

HANA AZAD/HEWLÊR / ROJNEWS

Yekîtiya mamosteyên Herêma Kurdistanê bang li endamên yekîtiyê kir ku endamtiya xwe nû bikin ji bo lidarxistina hilbijartin û pêkanîna Kongreyê.

Çav li rêye Yekîtiya Mamosteyên Herêma Kurdistanê îsal hilbijartinên xwe pêk bînin û di sala li pêşiya me de jî kongreya xwe lidar bixin.

Serokê Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê, Ebdulvahîd Mihemed ji RojNews re axivî û ji mamsoteyan xwest ku endamtiya xwe di yekîtiyê de nû bikin û wiha got: “Ger her mamosteyek endam nebe mafê wan ê dengdanê tineye. Ji bo wê jî me biryar daye dema nûkirina endamtiyê heta du mehan dirêj bikin. Ev dem heta 3.8.2015’an bi dawî dibe.”

Serokê Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê herwiha dazanîn ku heta niha zêdetirî 50 hezar mamosteyan endamtiya xwe nû kirine û wiha berdewam kir: “Di dawiya vê salê de em hilbijartinan pêk tînin û di sala pêşiya me de jî kongreya xwe lidar dixin.”

Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê bi lidarxistina hilbijartinan û kongreyê serok, cîgir û endamên meclîsa xwe destnîşan dikin.

(rn)