Mamosteyên dersa kurdî rastî lêpirsînê hatin
12:30 28.02.2014 1 / 2 AMED (DÎHA) - Midûrê Perwerdehiya Neteweyî ya Amedê, der barê mamosteyên ku di 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmaki ya Cîhanê de dersa kurdî dan lêpirsîn vekir. Midûriyetê lîsteya mamosteyan xwest.
Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Amedê bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê biryar da ku li her dibistanê 2 saetan dersên kurdî bidin. Piştî di 21'ê Sibate de mamosteyan li dibistanan dersên kurdî dan, mamoste rastî lêpirsînê hatin. Midûrê Perwerdehiya Neteweyî ya Amedê, der barê mamosteyên ku di 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmaki ya Cîhanê de dersa kurdî dan lêpirsîn vekir. Midûriyetê di çarçoveya lêpirsînê de nivîs ji dibistanan re şand û navê mamosteyên ku ders tane xwest. Midûriyetê di nivîsa xwe de wiha got: "Di 21'ê Sibata 2014'an de li dibistanên ku dersa kurdî lê hatiye dayîn divê navê mamosteyên ku ders dane û deftera ku tê gotin ders bi kurdî hat dayîn bê lekolînkirin.
Têkildarî mijarê Seroka Şaxa Egîtîm Senê ya Amedê Ozlem Kaçar, diyar kir ku raste der barê endamên wan de lepirsîn hatiye vekirin û wiha got: "Piştî hemû xebat û çalakiyên me lêpirsîn tên vekirin. Midûrê Perwerdehiya bajar ji der barê wê rojê de agahî xwestiye. Midûr nivis ji hemû dibistanan re şandiye û agahî xwestiye."
(mae)