Mamosteyên ziman hatin xelatkirin
KOBANÊ – Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya Herêma Kobanê bi boneya nêzîkbûna Cejna Zimanê Kurdî 2OO mamosteyên dibistanên Herêma Kobanê xelat kirin.
Bi armanca xelatdayînê li Navenda Ziman û Perwerdeyê ya Viyan Amara merasîmek hate lidarxistin. Di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir û 200 mamoste tevlî bûn de Serokê Desteya Perwerdeyê Mihemed Nûrî û Mamostyê Zimanê Kurdî Aras Hiso axivîn.
Di axaftinan de cejna ziman li hemû mamosteyan hate pîrozkirin û li ser rola mamosteyan a di perwerdekirina şagirtan û avakirina nifşên nû hate rawestîn.
Piştî axaftinan ji aliyê mamosteyan ve helbest hatin xwendin û sitran hatin gotin.
Di dawiya merasîmê de ji bo her mamosteyekê 20 hezar lîreyê Suriyê xelat hate dayîn.
Hate gotin ku dê 91 mamosteyên din jî bêne xelatkirin.
(ah/aq)
ANHA