Mamosteyên zimanê kurdî dê bêne xelatkirin
NAVENDA NÛÇEYAN - Destaya Perwerde û Hînkirinê ya Herêma Cizîrê diyar kir ku keda mamosteyan jêdera şoreşa rasteqîne ya Rojavayê Kurdistanê ye, lewre dê xelatan li wan belav bikin.
Desteya Perwerde û Hînkirinê ya Herêma Xweser a Cizîrê bi boneya nêzîkbûna sersalê û yekemîn salvegera damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi daxuyaniyeke nivîskî hemû mamosteyên zimanê kurdî silav kirin.
Di daxuyaniya Desteyê de ku kopiyek kete destên ANHA’yê wiha têde tê gotin: “Bi boneya nêzîkbûna sersalê û yekemîn salvegera damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku di 21’ê çileya 2014’an de hate avakirin û ji bo xelatkirina rihê fedekartiyê ya mamosteyên zimanê Kurdî ku ev sê sal in bi dildarî zimanê zikmakî perwerde dikin. Ji ber ku ev keda mamosteyan bi nirxekî madî nayê nirxandin, Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk biryar girt ku dê di serê salê de 20 hezar lîreyên Sûriyeyê wekî xelat diyarî her mamosteyekî zimanê kurdî bike.”
Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku dê di destpêka meha çileya 2015’an de mûçeyekê ji bo her mamosteyekî zimanê kurdî bête diyarkirin.
Di dawiya daxuyaniyê de Desteya Perwerde û Hînkirinê serkeftin ji hemû mamosteyan xwest û ev tişt hatin gotin: “Keda mamosteyan jêdera şoreşa rasteqîne ya Rojavayê Kurdistanê ye, em serkeftinê ji hemû mamosteyan re dixwazin. Serkeftina mamosteyan serkeftina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e.”
(jh)