1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Mandela bi merasîmeke dîrokî tê oxirkirin
Mandela bi merasîmeke dîrokî tê oxirkirin,mandela,bi,merasîmeke,dîrokî,tê,oxirkirin

Mandela bi merasîmeke dîrokî tê oxirkirin

A+ A-

JOHANNESBURG 10.12.2013 09:07:17 Lîderê Başûrê Afrîkayê Nelson Mandela, îro bi merasîmeke dîrokî tê oxirkirin. Merasîm dê zindî bê waşndin. Ji her derê cîhanê gelek lîder tê tevli merasîmê bibe.

Şêniyên Johannesburg ji bo li eniya pêş ya merasimê cih bigire îro di saetên sibê de rabûn. Li Stadyouma FNB ya Soweto merasîm dê pêk bê û cihê 90 kesî heye. Lê fikara ku dê ev der tije bibe heye.

Hilbijartina vê stadyumê jî wateya wê ya sembolîk heye. Mandela herî dawî li ber rayagiştî di 2010’an de beriya maça fînalê ya Kupaya Cîhanê di stadyuma Soweto de derketibû.

Merasîm li gorî saeta herêmî saet di 11.00’an de dê dest pê bike û nêzî 100 serokwezîrên dewletan tevli merasîmê bibin. BDP, HDP û KNK’ê jî dê tevli merasîmê bibe û merasîm dê saet di 15.00’an de bi dawî be.

Piştî sirûda netewî tê payîn ku kesên ji malbata Mandela mafê axaftinê bigirin. Piştre sekreterê giştî Ban-Kî moon dê axaftinekê bikin. Beriya Serokwezîrê Başûrê Afrîkayê Jacop Zuma, dê serokwezîrê Amerîkayê Barack Obama, Dîlma Roussef û Raul Castro mafê axaftinê bigire.

LI GUNDÎ WÎ DÊ BÊ DEFINKIRIN

Ji qada çad û hunerê jî dê gelek kes tevli bibin. Berdevkê wezîrê karê derve yê Başûrê Afrîkayê Calyson Monyela, “Hemû cîhan diçe Başûrê Afrîkayê.”

Ji bilî stadyuma FNB’ê sê stadyumên din ku dê weşana zindî bê kirin,ji rayagiştî hat vekirin. Her wiha li seranserê welat 150 sîteyê dê merasîm zindî bê temaşekirin.

Piştre cenazeyê Mandela dê bibin Pretorîa li avahiya hikûmetê bê danîn. Di vê demê de dê li kolanan merasîm pêk bên. Cenazeyê Mandela roja şemiyê dê bibin gundê wî Qunu. Mandela wesyet kiribû ku li gundê xwe bê definkirin.

Mandela di têkoşîna ku li dijî nîjadperestiyê da 20 salên xwe li girtîgehê derbas kir. Piştre ji pêvajoya aştiyê re pêşengî kir. Di 1994’an de bû serokwezîrê Başûrê Afrîkayê. Dema hat desthilatdariyê ji bo wekheviyê têkoşînek mezin da.

Dostê kurdan Desmond Tutu, roja duşemê daxuyaniyek da û da zanîn ku Mandela kesekî pir cuda bû û ew vegerandin gelekî pir bi şeref û rengîn.