Margulîes: Di çareseriyê de Ocalan esas e
Rojnameger û Nivîskar Ronî Margulies: Çareseriya ku Ocalan di navde cih negire nabe çareserî
HULYA EMEÇ Der barê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de Rojnameger û Nivîskar Ronî Margulies, diyar kir ku çareseriya ku Ocalan di navde cih negire nabe çareserî. Margulies, anî ziman ku her kes û dewlet jî vê rastiyê dizane.
Bi hezaran girtiyên PKK û PAJK'ê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abullah Ocalan ketin greva birçîbûnê û piştî 68'êm li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan girtiyan dawî li çalakiaı xwe anî. Der barê tecrida girankirî ku li ser Ocalan tê meşandin de Rojnameger Ronie Margulies nerînên xwe anîn ziman. Morgulies, diyar kir ku pêvajoya ku Ocalan di navde cih negire û rolê wî tune be ew pêvajo bi ser nakeve û wiha got: "Ji bo ku Ocalan karibe rol û erka xwe pêk bîne divê berî her tiştî tecrîda li ser wî tê meşandin bi dawî bibe. Li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan girtiyan dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûne anî. Piştî dawî li çalakiye hat li Tirkiyeyê hin bedengî çêbû. lêpolîtîkaya hikûmetê ya tercîda giran a li ser Ocalan berdewam kir. Lê divê teqez pirsgirêka kurd bê çareserkirin."
'Divê tecrida li ser Ocalan bê rakirin'
Rojnameger Margulîes, destnîşan kr ku ji bo pirsgirêka kurd çareser bibe û divê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Oclaan bê rakirin û wiha got: "PKK û dewlet li nêzî sînorê li hevhatinê ne. Herdu alî ji berî ku ji bo li hevhatinê li ser maseyê rûnên dixwazin li cihê herî xweş rûnên. Her ku lihevhatin nêzîk dibe divê herdu alî jî zimanê xwe nerm bikin û têkvin hav helwestên aştiyane. Lê ev yek tune. Di vê pêvajoya ku lihevhatin nêzîk dibe herdu alî jî zimanê xwe tûj dikin. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di pêvajoya greva birçîbûnê de ji bo rolê aştiyê û çareseriyê bilîze rola xwe bi cih anî. " Margulies, da zanîn ku ji bo Ocalan piştgiriyê bide çareseriyê divê berî her tiştî tecrîda li ser tê meşandin bi dawî bibe û wiha berdewam kir: "Divê bi parêzeran re hevditin bike. Lê li şûna vê yekê operasyonên siyasî û leşkerî zêde kir û pêvajo betir xetimand. êdi pêvajo bi tevahî xetimand.
'Di navbera tevgera kurd û dewletê de hevditin hene'
Margulies, îdîa kir ku di navbera tevgera gelê kurd û dewletê de hevdîtin hene û wiha berdewam kir: "Ev hevdîtin bi axaftinan berdewam dike. Li hemberî gotinên Bulent Arinç Kişanak bersîva neyînî da. Ev xuya dike ku di navbera kurdan û dewletê de hevditin hene.
'Em zorê li hikûmetê bikin'
Margulies, destnîşan kir ku wekî rojnamegerekî berpirsiyarê piştgiriya çareseriyê ye û wiha got: "Ez wekî rojnamegereki hewl didim ku vê yekê pêk bînim. Divê Tirkiye li masê rûnê. Pirsireka herî mezin a Tirkiyeyê nenaskirina nasnameya kurdan e. Divê em wekî rojnameger û sosyalîstan ji bo Tirkiye nasnameya kurdan qebûl bike û bi kurdan re li masyê rûnê zextan li hikûmet û Tirkiyeyê bikin."
'Divê li rojava jî ji bo aştiyê biherikin kolanan'
Margulies, da zanîn ku lazim e hikûmet ji bo çareseriyê bi lezgîn têkeve nava tevgerê û welatiyên rojava jî ji bo çareseriyê dakevin kolanan. Divê êdî tirk jî ji bo çareseriyê dakevin kolanan û zextan li hikûmetê bikin. Heta niha çalakiyên rojhilat ên kurdan ku li hemberî hikûmetê pêk tên asayî ne. Li Amedê milyonek kurd dakevin kolanan jî zêde bandorê li ser hikûmetê nake. Ji ber ku vê yekê asayî dibînin. Lê li Stenbol û Enqereyê bi 100 hezaran welatî piştgiriyê bidin çareseriyê û dakevin kolanan wê demê dê bandorek mezin li ser hikûmetê bike. Dê zû dest bi muzakereyan bikin."
'Divê em zorê li dewleta Tirkiyeyê bikin'
Margulîes, daxuyand ku hikûmet di her tiştî de gelê kurd dawanbar dike û wiha berdewam kir: "Ji bo min tiştê girîng ne gavên kurdan, gavên hikûmetê ye. Dewlet çi dike hikûmet çidek ji bo min ew girîng e. Divê em zorê li dewleta tirk bikin. Divê em li hemberi hêza dewleta tirk terkevevin" .
Bandora Ocalan a li ser PKK û gelê kurd zêde ye'
Margulies, destnîşan kir ku bandora Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li ser gelê kurd û PKK'ê zêde ye û di çareseriyê de rolelkî girîng dilîze û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Her kes û dewlet jî vê yekê baş zane ku rola Ocalan zêde ye. Gelê kurd Ocalan wekî rêber qebûl dike. Ev rastiyek e. Ji bo pirsgirêk ji dil bê çareserkirin, divê Ocalan esas bê girtin."
(mae)