Marmara bi Newrozê germ dibe
Di serî de hemû li bajarên kurdan û hemû Tirkiyeyê amadekariyên Newrozê berdewam dikin û amadekariyên herêma Marmarayê yên Newrozê ber bi dawîbûnê ve diçin. Li Tekîrdag, Çorlu, Bursa, Yalova, Kocaelî, Sakarya, Çanakkale, Edîrne, Kirklarelî û Edîrne û navçeyan amedarkiyên Newrozê bi dawî bûn. Hate gotin ku bajarên bernameyên wan hatin aşkerakirin dê bi sed hezaran Newroz bê pîrozkirin.
TEKİRDAG
Li Tekîrdag û navçeyên wê dê li navçeya Çorluyê bi mitîngekê cejna Newrozê pîroz bikin. Komîteya ji aliyê yekîneyên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ve hate avakirin xebatên xwe berdewam dikin. Mîting dê li qada Futbolê ya li taxa Saglikê saet di 11.00'an de bê lidarxistin. Nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û endamên komîteyê li navçe û navenda bajar belavok belavkirin gel dewetî mitîngê kirin. Endamên HDK'ê bi hêz li taxan û seman xebatên mitîngê dikin. Endamê Meclîsa Giştî yê HDK'ê û Serokê Komîteya Amedekar Omer Guven, têkildarî xebatan de agahî dan û wiha got: "Em li benda tevlîbûneke girseyî ne. Ji ber komkujiya Roboskiyê em di şîniyê de ne lê disa jî me biryara pîrozbahiyê girt." Endama Meclîsa BDP'ê Ayşegul Devecîoglu dê tevlî mitîngê bibe.
YALOVA
Xebatên li Yalovayê jî bi hêz berdewam dikin. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Yalova Îhsan Coşkun têkildarî xebatan de agahî dan û diyar kir kir ku dê di 20'ê adarê de li taxa Baglarbaşi saet di 12.00'an Newrozê pîroz bikin. Coşkun, anî ziman ku li taxan civînan li dar dixin û belavokan belav dikin. Coşkun, da zanîn ku Newroza îsal dê ji yên borî bi hempatir bin. Endama Meclîsa BDP'ê Ayşegul Devecîoglu dê tevlî mitîngê bibe. Li gel vê yekê Ozan Bengî û Koma Sîpan jî dê tevlî Newrozê bibin.
KIRKLARELÎ
Li Kirklareliyê jî yekemîn care dê Newroz bi fermî bê pîrozkirin û xebatên Newrozê bi hêz berdewam dikin. Li Kirklareliyê Newroz dê di 21'ê Adarê li taxa Durakê ya Luleburgazê saet di 12.00'an de bê pîrozkirin. Ji Kirklarelî, Edîrne, Babaeskî, Luleburgaz, Pinarhîsar, Kariştiran, Havza, Uzunkopru û Keşan gel tevlî pîrozbahiyê bibin. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Luleburgazê Nevzat Yerlîkaya diyar kir ku li taxan xebatên wan berdewam dikin û di çarçoveya xebatan de balavokan belav dikin. Yerlîkaya, anî ziman EMEP, EDP û partiyên din û sendîka jî tevlî xebatan dibin û wiha got: "Ji ber ku yekemîn car e Newroz tê pirozkirin kelejanekî din heye." Asiya Kolçak dê tevlî pîrozbahiyê bibe.
KOCAELÎ
Li Kocaeliyê jî amadekariyên Newroza dê di 20'ê adarê de bê pîrozkirin bi dawî bûn. Pîrozbahî dê bi meşa ji bazara Penşemê pêk bê dest pê bike. Parlementerê BDP'ê yê Wanê Nazmî Gur û hunermendên herêmê dê tevlî pîrozbahiyê bibin. Serokê Komîteya Amedekar Mehmet Alî Alçinkaya têkildarî dar xebatan de agahî dan û diyar kir ku dê di pîrozbahiyan peyamên girîng bikin. Alçinkaya, anî ziman ku di aliyê teknîkî de hemû amadekariyên wan bi dawî bûn. Alçinkaya, da zanîn ku dê Newroz bi girseyî derbas bibe û wiha got: ''Ji bo ku Newroz bi girseyî derbas bibe li hemû navçe û taxên Kocaeliyê xebat bi hêz tên kirin." Endamê Komîteya Amadekar Azîz Koçak têkildarî xebatên Newroza Sakaryayê de agahî dan û diyar kir ku roja yekşemî saet di 11:00'an de dê li Qada Erenler mitîngê li dar bixin. Koçak, da zanîn ku Parlementerê Mûşê Demîr Çelîk dê tevlî mitîngê bibe.
BURSA
Li Bursayê jî Newroz dê di 21'ê Adarê saet di 11.00-17.00'an de li qada Gokdere bê pîrozkirin. Hate gotin xebatên mitîngê bê navber berdewam dikin û ji bo li taxan bên belavkirin 16 hezar belavok hatin amadekirin û hatin belavkirin. Hate ragahandin li hinek cihan afîş hatin daliqandin û dê di 2 rojên dawî de wesayît anonsan bikin. Parlementerê Stenbolê Abdullah Levent Tuzel tevlî pîrozbahiyan bibe.
ÇANAKKALE
Li Çanakkaleyê jî dê Newroz li duryana Kolana Aştiyê û Kolana Ahmet Pîrîştîna bê pîrozkirin. Amadekariyên pîrozbahiyên dê di 21'ê Adarê saet di 11.00'an de dest pê bike berdewam dikin. Parlementerê BDP'ê yê Wanê Nazmî Gur tevlî bibe.
(bd)