1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "Maskeya Tayyîp hat xistin"
"Maskeya Tayyîp hat xistin",maskeya,tayyîp,hat,xistin

"Maskeya Tayyîp hat xistin"

"Lîderên ji bo di hilbijartinê de bi ser bikevin, pevçûn derxistine gelekî kêm in. Lîder û rêveberiyên faşîst ji bo pirsgirêkên hundurîn biçewisînin li dij derve polîtîkayên şer dixin dewreyê. Tayyîp Erdogan jî lîderek di heman karakterî de ye."

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - ANF Lîderên ji bo ku di hilbijartinê de bi ser bikevin, pevçûn û dijwarî derxistine gelekî kêm in. Lîder û rêveberiyên faşîst ji bo pirsgirêkên hundurîn biçewisînin li dij derve polîtîkayên şer dixin dewreyê. Tayyîp Erdogan jî lîderek di heman karakterî de ye. Bi îlankirina şer li dij PKK'ê, meşandina êrîşên hewayî yên li dij Herêmên Parastinê yên Medyayê re pirsgirêkên hundir dane jibîr kirin û bal kişandin ser aliyekî din. Bi vê yekê re dixwaze şovenîzmê bilind bike û mîna, 'qehremanê neteweyî' bikeve hilbijartinan. Partiyên xwe mîna muxalefet bi nav dikin jî di bin bandora vê polîtîkayê de pêşveçûnan dişopînin. MHP vekirî nebêje jî AKP'ê destek dike. CHP her çiqas li dij AKP'ê xwe dide xuya kirin jî pozîsyona wê ya niha tenê bi şêwazakî matmayî temaşekirina li darbeya Tayyîp Erdogan e.

Tayyîp Erdogan şêwazekî otorîter û faşîsan ê ji pêvajoya 1990'î ya Çîller wêdetir li ser siyaseta Tirkiyeyê ferz kiriye. Gotina Rêberê Gelê Kurd a, "Tayyip xwedî karakterekî ji yê Çiller xetertir e" niha bi tevahî piştrast bûye. Yên beriya niha tênegihiştibûn wateya vê tesbîtê niha dibînin ku çawa bi kesayetekî xeter re rû bi rû ne. Di dema Çîller de êrîşên giran li dij DEP'ê hebûn; lê dîsa jî di axaftinên xwe yên ji bo raya giştî de Çîller cîhan li ber çavan digirt û bi pîvan diaxivî. Tayyîp Erdogan bê pîvan bi şêwazekî bê perwa diaxive. Parlementerên DEP'ê hatin qetilkirin, ew avêtin zîndanê, lê belê wê demê jî bi gotinên evqas giran û kirêt êrîş ne dihate kirin. Eger merc û derfeta deshilatdariya AKP'ê hebûya wê bêhtir HDP'î bikuşta û biavêta zîndanê. Ji xwe niha dixwaze 3-5 qatan zêdeyî hejmara wê demê parlementeran biavêje zîndanê.

Axaftinên Erdogan tên wateya tevgera çewisandina HDP'ê. Di rastiyê de van êrîşan tevan maskeya Erdogan xiste xwar. Kurd li dij şerê taybet niha serwextbûneke nû dijîn. Salên 1990 derbarê karakterê dewleta Tirk de civak gelekî hatibû serwextkirin. Di şexsê Tayyîp Erdogan de di dema hikûmeta AKP'ê de zanistiya li dij şerê taybet gelekî bi pêş ket. Ji bo Kurdan zanistiya herî bi nirx a li dij şerê taybet e.

Êrîşên kirêt û ketî yên Tayyîp Erdogan nîşan dide ka projeya HDP'ê çiqasî rast e. Ji ber ku HDP di rêya rast de ye, dibe hedefa van êrîşan. Bê guman her çiqas Tayyîp Erdogan bi plan û zanebûn êrîşê pêk tîne û dixwaze HDP'ê biçewisîne jî di rastiyê de kevneşopiya HDP jê tê û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê li dij rêbazên şerê taybet xwedî zanebûn û parastin in. Tayyîp Erdogan ji bîr kiriye ka siyasetmedarên li dij wî der barê hamleyên şerê psîkolojîk de xwedî hêzeke ku karin vala derxin in. Her wiha dibe ku ji ber ev 13 sal in di nava şerê taybet de ye, ji zanebûna hêzên di bin hedefa vî şerî û kevneşopiya wan de ne xwedî agahî be.

Tayyîp Erdogan karekterê xwe yê faşîst bi tevahî derxistiye holê. Di vê astê de bi êrîşkirina siyasetmedarên demokratîk re radixe ber çavan ku nûnerê herî faşîst ê kevneşopiya tevkujer a dewletê ye. Bi meşandina şerê taybet ê li ser Kurdan re xwestiye Tevgera Azadiyê tasfiye bike. Lê belê mîna biwêja, "Gel bi hêz e an beg bi hêz e" li dij feraseta Rêber Apo têk çû. Tayyîp Erdogan bi gotina, "Mutabakata Dolmabahçeyê û deklerasyona Newrozê Îmraliyê rewa dikin" re ji ber vê yekê dijminatiya xwe ya li dij Rêber Apo nîşan dide.

Di pêvajoyeke ku Tayyîp Erdogan di vê astê de êrîşî Kurdan û Tevgera Azadiyê dike de, dayina daxuyaniyên ji aliyê Mesûd Barzanî ve yên êrîşên AKP'ê mafdar derdixe, an tê wateya ku têkiliyên bi AKP'ê re ji berjewendiyên neteweyî yên gelê Kurd pêşdetir digire, an jî di şexsê Tayyîp Erdogan de karakter û çanda dewleta Tirk ê tevkujer ku derketiye asta herî jor fahm nake. Sedemên ku peymana xweseriyê ya di sala 1970'î de bi rejîma Baas re pêk hat çima neçû serî, herî baş Barzanî dizane. Li aliyê din Tirkiye ne hebûna Kurdan bi fermî nas dike, ne jî şêwazekî bi tenê yê xweseriyê qebûl dike. Li Tirkiyeyê hêna bi fermî Kurd tine ne, hebûna Kurdan bi fermî hêna tê înkarkirin.

Dewleta Tirk her çiqasî di gotinê de peyva, 'birayê min ên nijad Kurd' bikar anîbe û di demên ku bêzar bû de hin nermbûn pêk anîbin jî, ev encameke têkoşîna 40 salî ya bi xwe re îflasa polîtîkayên kevin aniye. Ji ber nirxên ku vê têkoşînê afirandin derfeta meşandina polîtîkayên kevin nemabû. Ji ber vê yekê jî di mijarên ku zêde zext lê dihate kirin de hin nermbûn pêk anîn û xwest bi vê yekê re bingehê têkoşîna li dij Kurdan zexmtir bike. Naxwe dewleta Tirk di mijara nêzîkbûna Kurdan de ne guhertineke bingehîn a zihniyetê pêk aniye, ne jî gav avêtine. Tiştên ku Barzanî îdîa dike AKP'ê pêk anîne divê bi vî rengî werin dîtin. Eger wisa nagire dest, wê demê nixandina wî ti girêdana xwe bi tiştê Kurd dijîn û nirxandinên dikin re tineye; tê wateya bilêvkirina nirxandinên şerê taybet ên li derdora AKP'ê.

Di dema ku tecrîdeke ewqasî tund li ser Rêberê Gelê Kurd heye, HDP di bin êrîşeke ewqasî giran de ye, nirxandin û daxuyaniyên mîna ku AKP'ê Rêberê Gelê Kurd û HDP têk birin ji destek dayina şerê taybet ê dewleta Tirk dimeşîne pêde ne tiştekî din in. Li dij Rêber Apo ji kengî ve û çima tecrît tê meşandin û zext lê tê kirin an Rêzdar Barzanî nizane, yan jî ji nezanîbûnê ve tê. Çavkaniyên hêzê yên HDP'ê her kes dizane. Nedîtina zexta dewlet û hikûmetê ya li dij HDP'ê, tênegihiştina vê zextê, an girêdana bi hincetên cuda ya vê zextê dişibe şêwazê nirxandina dewlet û hikûmetê ya der barê HDP'ê de. Di demeke ku polîtîkayên kirêt ên Tayyîp Erdogan û hikûmeta AKP'ê li dij Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurd didomin de û êrîşên pirralî berdewam dikin de nirxandinên bi vî rengî yên Mesûd Barzanî ji bêşensiyê pêde ne tiştekî din e.

Ewqasî di nava siyaseta rojane de windabûna Barzanî; ne bi awira Kurdan mêzekirina wî ya li bûyeran wê ji bo wan bi xwe jî rê li ber neyîniyan veke. Fikirîna ku polîtîkayên Tayyîp Erdogan û AKP'ê tenê li dij PKK'ê ne ev tênegihiştina polîtîkayên dewleta Tirk e. Dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê di her pêvajoya ku tengav bû de hewl dide cudabûnê di nav Kurdan de biafirîne û ji rewşê sûd werbigire. Di serî de PDK divê ti partiya Kurd û lîderê siyasî nekeve rewşeke wisa. Hin têkilî îro hene, sibe tine ne; lê belê Kurd her tim wê li rûyê hev mêze bikin. Di têkiliyê de car caran pirsgirêk derkevin jî Kurd tim wê hewceyî hev bibin.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka, Azadiya Welat


Bêjeyên Miftehî