1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Maxdurên KPSS'ê platform ava kirin
Maxdurên KPSS'ê platform ava kirin,maxdurên,kpss,ê,platform,ava,kirin

Maxdurên KPSS'ê platform ava kirin

Piştî skandala KPSS'ê xwendekarên Amedê "Platforma Maxdurên KPSS'ê" avakirin

A+ A-

MUSTAFA EMRAH SUER Piştî skandala KPSS'ê xwendekarên Amedê "Platforma Maxdurên KPSS'ê" avakirin. Endamên platformê diyar kirin ku "Di KPSS'ê " teqez kopya heye" û xwestin ku azmûn bê betalkirin.

Piştî DÎHA'yê skandala KPSS'ê ya berî azmûnê pirs hatin belavkirin derxist holê mexdurên azmûnê dest bi tevgerê kirin. Piştî skandal derket holê mexdurên azmûnê bi platformên cuda dengê xwe bilind kirin. Piştî skandala kopyayê mexdûran "Platforma Mexdurên KPSS'ê" avakirin. Xwendekarên endamên platformê diyar kirin ku ew dê li dozgeriyê serlêdana sûc bikin û xwest ku xwendekar piştgiriyê bidin çalakiyên wan.

Endama platforma Mamoste Ozlem Yuksekol, têkildarî platforma avakirin de nirxandin kir û diyar kir ku 4 salin tevlî KPSS'ê dibe û skandala kopyayê asayî dît û wiha got: "Min berê xwe da çend pirs hatin dizîn. Min hêvî kir ku kêm hatibin dizîn." Yuksekol, anî ziman ku bi vê yekê pêşeroja wan tê dizîn û wiha axivî: "Cematê dizin. Ji ber ku dizanîn azmûn betal nabe. Em tu tiştekî jî nakin. Tu tişt ji destê me nayê. " Yuksekol, da zanin ku platform di sala 2010'an de piştî kopyayê li ser înternetê xwe bi rêxistinî kirin û ava kirin.

'Me platform ava kir lê tu hêviya me ji pêşrojê tuneye'

Mexdurê KPSS'ê Yaşar Kiliç jî diyar kir ku 10 sale tevlî azmûna KPSS'ê dibe û di azmûna îsal de difirkirî ku dê qezenc bike lê piştî skandal derket holê hêviya wî nema. Kiliç, anî ziman ku dema pirs li ser înternetê dîtin şoq bû û wiha got: "Min berê xwe da pirsan. Bi her tiştî re weke pirsên OSYM'ê bûn. Şaştiyên nivîsê jî weke hev bûn. Ez şoq bûm." Kiliç, da zanîn ku di sala 2010'an de jî kopiya hate kêşandin û êdî tu wateya azmûnan nema ye. Kiliç, bilêv kir ku berê kesên dixebitin qezenc dikrin û wiha axivî: "Lê niha bi kesên pirsan dizin ên bênamus re dikevin pêşbirkê. Me gelek xebat kir. Lê hinekan bi pere û hinekan jî bi dersxaneyên nêzîk wan pirs girtin." Kiliç, da zanîn ku hinek pirs hatin dayîn û wiha pê de çû: "Dersxaneyên nêzî cametê pirs belav kirin. Kesên din jî ji kesên nêzî xwe re firotin. Ez bawer dikim ku teqez kopî hate kêşandin." Kiliç, destnîşan kir ku wan "Platforma Mexdurên KPSS'ê" ava kir û em dixwazin tişekî bikin.

'Berî azmûnê pirs hatin firotin'

Vedat Tulgar jî îdîa kir ku berî azmûnê li Kolana Hunerê pirsên azmûnê ji wî re hatin pêşniyarkirin û kesên dixwast pirsan bide wî 30 hezar lîsa xwest. Tulgar, anî ziman ku 95 pirs nîşanî wî hatin dayîn û tenê hinek beş û bersiv nîaşnî wî dan. Tulgar, da zanîn ku kesê pirs nîşanî wî dan ji wî re kefîlekî saxlam xwestin û ji wî kesî pirsa "Te pirs li ku peyda kirin" wi jî ji wî re got "Tu wir tevlî neke" Tulgar, anî ziman ku pişt vê yekê motîvasyona wî ya azmûnê xerap bû.

(bd/mae)