1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Mayin her roj can distînin
Mayin her roj can distînin,mayin,her,roj,can,distînin

Mayin her roj can distînin

A+ A-

Li hemberî hemû hewldanên sazî û rêxistinên sivîl ên navneteweyî, heta niha jî li herêmên pevçûn lê hene mayin ji bo sivîlan metirsiyek herî mezin e. Li gorî daneyên dawî, di salên 2010-11 de 4 hezar û 191 kes bûne qûrbanên mayinan. Ev jî nîşan dide ku piştî demek dirêj hejmara qûrbaniyên mayinan zêde bûne.

Piştî Şerê Sar ê li cîhanê , ji bo kontrolkirina sînoran teknolojî pêş ket û karanîna mayinan li seranserê cîhanê hatibû kêmkirin. Lê di van salên dawiyê de bi taybet li Rojhilata Navîn û bakûrê Efrîkayê karanîna mayinan zêde bû ye. Ligel vê jî, yekem car e ku di salekê de hejmara qûrbaniyên mayinan ewqas zêde dibin. Li gorî daneyên fermî, rêjeya karanîna mayinan ji sala 2004 ve bilind bû.

Li gorî daneyên Rêxistina Çavdêriya Mafê Nirovan (HRW)-Human Right Watch) di navbera sala 2010-2011 de 4 hezar û 191 kes bûn bû qûrbaniyên mayinan. Ji vana hezar û 155 kesan jiyana xwe ji dest dan û yên din jî seqet bûn.

Ji ber aloziyên li gel Bihara Ereban a li Rojhilata Navîn û bakûrê Efrîkayê li welatên wek Sûriye, Lîbya û Yemenê mayinên nû hatin çandin. Tenê li Lîbyayê 184 kes ji ber mayinan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber mayinên li ser sînorê Sûriye-Libnan, Sûriye-Tirkiyeyê hatin danîn di nav 6 mehan de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Piraniya qûrbaniyên van mayinan jî sivîl in.

Her çendî li Angolayê di van demên dawiyê de tu şer çênebûbe jî, lê di sala 2011 de 89 kes bûn qûrbanên mayinan. Ev rêje jî li gorî sala 2010 du qat zêde bûye.

Roja înê, rêxistina Kampanyaya Navneteweyî ya ji bo Qedexekirina Mayinan dê 20’emîn salvegera xwe pîroz bike. Kampanyayê di sala 1997 de Xelata Aşitiyê ya Nobelê wergirt.

Ev kampanya di van 20 salên dawiyê de pir serkeftî bû. Beriya ev kampanyaya ku di sala 1992’yê de hate destpêkirin, her sal zêdetirê 20 hezar kes dibûn qûrbanê mayinan. Ev yek jî nîşan dide ku îro rêjeya qûrbaniyên mayinan li gorî beriya 20 salan, ji sedî 80 daketiye.

Her çendî 160 welatan Hevpeymana Qedexekirina Mayinan îmze kirine, lê heta niha jî Rûsya, Çîn, Pakistan û Îran mayinan hildiberînin. Di cîhanê de nêzî 110 mayin hene û beşek zêde ya van mayinan li welatên Rojhilata Navîn û Efrîkayê ne. Bûtçeya ji bo paqijkirina van mayinan zêdetirê 20 milyar euro ye.

Di cîhanê de herêmî herî zêde lê mayin hatine çandin sînorê Îran-Iraq û Hindistan-Pakîstanê ne. Lê ji ber ku ev demek dirêj ev mayin li vir hatine çandin, cihên mayinkirî ji aliyê gelên herêmê ve tên zanîn.

Alîgirên Hevpeymana Qedexekirina Mayinan dê di meha berfanbarê (kanûn) de ji bo pêşketinên salê binirxînin li Cenevreyê bicivin. Di civîna ku dê tevî Îngilîstan welatên pêşketî jî beşdar bibin, dê fona ku ji bo paqijkirina mayinan bê gotûbêjkirin.

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî