1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. ‘Mazgal’ li Garajîstanbûl’ê tê nîşandan
‘Mazgal’ li Garajîstanbûl’ê tê nîşandan,mazgal,li,garajîstanbûl,ê,tê,nîşandan

‘Mazgal’ li Garajîstanbûl’ê tê nîşandan

A+ A-

STENBOL 08.10.2013 09:14:32 Dokûmantera "Mazgal" a derhêner Cemîl Ogûz, ku behsa çîroka 10 girtiyên li Girtîgeha Amedê di sala 1996'an de bi lêdanê hatin qetilkirin dike, bi nîşandaneke taybet derdikeve pêşberî temaşevanan.

Girtîgeha Amedê, ji dema vebûnê heta roja îro ji bo Kurdan bûye yek ji qelehên berxwedanê. Li girtîgeha ku lê îşkenceyên derveyî mirovahiyê hat meşandin, ji aliyê rejîma Tirk ve bi dehan girtî hatin qetilkirin.

Yek ji bûyerên bi êş ên dîroka girtîgehan, di 24'ê Îlona 1996'an de li Girtîgeha Amedê rû da. Girtiyên wê rojê çûn hevdîtina malbatê, li korîdora bingehîn rastî êrîşa leşker, polîs û gardiyanan a bi ço û darên bi bizmar hatin.

Di komkujiyê de Ahmet Çelîk, Kadrî Demîr, M. Sabrî Gumuş, Hakki Tekîn, Cemal Çam, Ridvan Bûlût, Edîp Dîrekçî, Erkan Perîşan, Mehmet Aslan û Nîmet Çakmak bi lêdanê jiyana xwe ji dest dan, 23 girtî jî birîndar bûn.

Tevî ku di ser komkujiyê re 17 sal derbas bûne jî, hînê kujer nehatine cezakirin. Komkujiya li Amedê niha bûye mijara dokûmanterekê. Rojnamevan û derhêner Cemîl Ogûz, bi dokûmantera xwe ya bi navê "Mazgal" de behsa detayên bûyerê dike. Di dokûmanterê de girtî Mehmet Pehlîvan û Yavûz Eken ên di bûyerê de bi giranî birîndar bûn û ji mirinê filitîn behsa bûyerê dikin; dayika Hakki Tekîn ê hat qetilkirin Sureyya Tekîn jî behsa çawaniya roja hevdîtinê, tiştên ku piştî bûyerê li derveyî girtîgehê kirin dike û hestên xwe tîne ziman.

Yek ji du parêzerên hingî yê piştî komkujiyê çû girtîgehê û bi girtiyan re hevdîtin kir Sekreterê Giştî yê Baroya Amedê yê hingî Sezgîn Tanrikûlû (Bi Serokê Rêxistina ÎHD'ê ya Amedê Mahmût Şakar re çûbû girtîgehê), hem wê demê hem jî asta huqûqê ya piştî hingî radixe pêş çavan. Dokûmantera Mazgal ku îsal di meha Gulanê de temam bû, piştî çend festîvalan, dê li Stenbolê di nîşandaneke taybet de bigihêje temaşevanan.

"Mazgal" ku piştî "Rewşen" dokûmantera duyemîn a Ogûz e, dê di 11'ê Cotmehê roja Înê saet di 19:30 de li Garajîstanbûlê were nîşandan.

MAZGAL

Senaryo&Derhêner: Cemîl Ogûz

Kamera: Erdal Kirik, Erhan Yildiz, Ûbeydûllah Hakan

Berhevkirina mijarê: Mehmet Dalmaz, Cemîl Ogûz

Muzîk: Tara Jaff “Ruhî Rewan”

Tebeşîr Foto: Mehmet Ogûz

Dûblaj: Fethûllan Ozmen, Sedat Kaplan, Cemîl Ogûz, Marîn Rehmanî, Helîm Şûjinkî Macit

Studyoya Dûblajê: Layen Prodûctîon

Hevpeyvîn: Mehmet Pehlîvan, Yavûz Eken, Sureyya Tekîn, Sezgîn Tanrikûlû

Ziman: Kurdî - Tirkî

Dem: 49 deqe

Sala kişandinê: 2013