Mc Donalds: Fast food nexwin!
STOCKHOLM 26.12.2013 08:55:14 Mc Donalds ku xwediyê zîncira restorantên herî mezin ya cîhanê ye, ji bo ku îmaja şîrketa berpirs bide û muşteriyan qezenc bike ji bo reklaman salên 1,5 mîlyar dolar xerc kir. McDonalds bi belavkirina pêlîstikan, pêkanîna partiyên rojbûna û xwepêşendanên palyaçoyan çend rêbazên ku ji bo zarokan bişîne restorantaye.
Mc Donalds ku nêzî 300 mîlyar hamburger difiroşe, ji bo xebatkarên xwe pêşniyar dike ku hamburger û kartolan nexwin, li şûna vê sebze, selete û sandvîçan bixwin.
Mc Donalds got; Ger ku jiyaneke we ya bi stres hebe, ligel pratîkbûn û aboriyê, xwarinên lezgîn kaloriya wan bilinde, rund, şekir û xwiya wan pir e. Ji ber vê gelek kes bi rîska qelewbûnê re rû bi rû ye.” Mc Donalds di hişyariya der barê xebatkarên xwe de 2 wêne jî bicih kirin.
Di wêneyekê de, hamburger, kartolên sorkirî û coca cola heye û li ser ‘tercîha ne tendurist’ û li wêneyê din jî wêneyên sandvîç û sebzeyan û qedehek av heye. Li ser vê jî ‘terciha bitendurist’ hatiye nivîsin.
Ev afîş ji aliyê Mc Donalds ve hatin amadekirin. Mc Donald ku ji bo muşteriyan qezenc bike her tiştî dike, pêşniyara wî ya bo xebatkarên wî matmayî hişt. Vê pêkanînê di çapemeniya DYA’yê de bi awayekî berfireh cih girt û li ser vê Mc Donalds malpera înterneta xwe girt.