1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Me dê peyama Ocalan ji cîhanê re ragihandiba'
'Me dê peyama Ocalan ji cîhanê re ragihandiba',me,dê,peyama,ocalan,ji,cîhanê,re,ragihandiba

'Me dê peyama Ocalan ji cîhanê re ragihandiba'

A+ A-

YASÎN KOBULAN

STENBOL (DÎHA) - Bijîşkê Belçîkayî Elly Vkan Reusel ê ku ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne hate Tirkiyeyê wiha got: "Ocalan aktorê vê pêvajoyê yê jêneger e û ji ber wê yekê me xwest bi wî re hevdîtinê bikin û peyama ji wî bigirin me dixwest ji cîhanê re ragihînin. Heke Wezareta Dadê bersivekî erenî daba me dê alîkarî bida pêvajoya pevçûnan bi dawî bibe û aştiya Tirkiyeyê."

Bijîşkê Belçîkayî Elly Vkan Reusel ê ku di nava heyeta Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî yê dixwestin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Wezareta Dadê dayîn nirxandinên girîng kirin. Reusel diyar kir ku armanca wan a hatina Tirkiyeyê ew bû ku bala rojava bikşînin ser geşedanên li Kurdistanê û wiha got: "Dema em hatin Tirkiyeyê nokteya herî girîng a em li ser radiwestin êrîşên li hemberî kurdan pêk tên û bala rojava bikşînin ser van êrîşan û zextan li hikûmetan bikin bû. Weke tê zanîn di navbera rojava û Tirkiyeyê de têkîliyên aborî û polîtîk hene û di vê pêvajoyê de li hemberî hikûmeta Erdogan rexneyên gelek cidî tunene. Ev yek dibe sedema gelê rojava jî li hemberî mijarê bê baldar be. Lê li rojhilatê Tirkiyeyê sûcên şer tên kirin. Ji ber vê yekê ji bo ev bêdengî bê şikandin û pêvajoya diyalokê dest pê bike me xwest tevkariyê bidin vê pêvajoyê."

'Me dê tevkariya aştiya Tirkiyeyê kiriba'

Reusel sedema çima dixwastin bi Ocalan re hevdîtinê bikin jî wiha vegot: "Ocalan aktorê sereke yê vê pêvajoyê ye û ji ber ku em wisa dibînin me xwest bi wî re hevdîtinê bikin. Me xwest peyama em ji wî bigirin ji hemû cîhanê re rabigîhinin. Lê Wezareta Dadê serlêdana me ya bi Ocalan re hevdîtinê bikin bê bersiv hişt. Heke wezaretê bersivekî erenî daba me, ji bo pêvajoya pevçûnan bi dawî bibe dê tevkariya me çêbibûn û ligel wê me dê tevkariya aştiya Tirkiyeyê kiriba."

'Li Rojhilata Navîn berjevendî şer dikin'

Reusel got, "Li Rojhilata Navîn berjevendî şer dikin" û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Dema mirov pirsgirêkê bi geşedanên li Rojhilata Navîn difikire rewşekî gelek piralî û komplîke derdikeve pêşberî me. Berjevendî şer dikin. Niha Tirkiye û DYA di nokteya pevçûnan de ne lê divê DYA zextên hêj cidî pêk bîne. Ez li Belçîkayê ji bo pirsgirêkên tendûrîstiyê yên 2 hezar koçberan çareser bikim bi dildarî dixebitim. Min tiştên wan ên jiyîn dîtin. Divê hemû raya giştî ya cîhanê ji bo gelê kurd û gelê Suriyeyê bigihije aştiyê dest bi tevgerê bike."

(ft)