1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Me ji mirovahiya xwe şerm kir"
"Me ji mirovahiya xwe şerm kir",me,ji,mirovahiya,xwe,şerm,kir

"Me ji mirovahiya xwe şerm kir"

A+ A-

Li Amed û Êlihê vê hefteyê jî çalakiya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" berdewam kir. Sekreterê ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî bal kişand li ser cenazeyên li Meletiyê ku tê îdiakirin aydî HPG'iyan e û wiha got: "Di hemû şeran de qural hene. Divê li hemberî hemû mirinan rûmet bê nîşandan. Me li hemberî dîmenên ku dît ji mirovahiya xwe şerm kir."

ÎHD'a Amedê û xizmên windayan çalakiya "Bila winda bên dîtin, kiryar bêne darizandin" a ku her hefte tê lidarxistin cara 142'yemîn hate lidarxistin. Çalakî vê hefteyê jî li ber Abîdeya Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê pêk hat. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin û bûne qurbanê kuştinên kiryarnediyar hatin rakirin. Li ser navê komê Sekreterê ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî axivî û got ku ew bi salan in ji bo kesên hatine windakirin bên dîtin çalakî li dar dixin lê dewlet dev ji helwesta xwe bernade û li gel ku kiryaran dizane jî wan vedişêre.

Bîlîcî ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan sersaxî xwest û ji bo birîndaran jî şîfa xwest. Bîlîcî destnîşan kir ku ew bi salan e ji bo mirov nemirin têdikoşin û wiha berdewam kir: "Xizmên windayan, malbatên kurd, siyasetmedarên îlegal, parazvanên mafên mirovan bi salan ji bo aştiyê têkoşiyan. Lê em bi ser nekin û aştî pêk nehat." Bîlîcî bi bîr xist ku li Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê 23 caneze hene û wiha got: "Di hemû şer û pevçûnan de qural hene. Kî dibe bila be divê li hemberî miriyan rumet bê nîşandan. Di cenazeyan de dîmen ku me dît, em matmayî hiştin. Me ji mirovahiya xwe şerm kir." Bîlîcî anî ziman ku berpirsyarê mirinan Serokomar Abdullah Gul û Serokwezîr Tayyîp Erdogan e.

Piştî Bîlîcî jî çîroka Muhsîn Taş ê li herêma Cudî ya Cizîrê di 14'ê cotmeha 1993'yan de ji aliyê polîs û cendirmeyan hate binçavkirin û piştre jê agahî nehat girtin hate vegotin.

ÊLIH

Li Êlihê jî xizmên windayan û endamên ÎHD'ê vê hefteyê jî li Cadeya Gulistanê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin rakirin. Serokê ÎHD'a Êlihê Osman Kunteş, Hevserokên BDP'a Êlihê Saadet Becerîklî û Şehmus Aslan, rêvberên BDP'ê û xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn. Rêveberê ÎHD'a Êlihê Nîhat Ekîncî axivî û got ku heta ku ew aqûbeta windayan ronî bikin dê têkoşîna xwe bidomînin. Ekîncî xemginiya xwe ya ji bo erdheja Wanê jî anî ziman û ji bo kesên mirine sersaxî ji bo birîndaran jî şîfa xwest. Ekîncî bilêv kir ku ew ê vê hefteyê ji ber erdheja Wanê daxuyaniyê nedin.

Piştre 5 deqîqe çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. DÎHA (sa)


Bêjeyên Miftehî