1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Me rastiya xwe ya civakî nas kir
Me rastiya xwe ya civakî nas kir,me,rastiya,xwe,ya,civakî,nas,kir

Me rastiya xwe ya civakî nas kir

A+ A-

TOLVÎN CÛDÎ- - QAMIŞLO - ANF Bi şoreşa Rojava re li gel pêngavên siyasî, leşkerî, civakî, aborî û çandî di qada zanistê de pêngav tên avêtin. Piştî xebata demdirêj Akademiya Zanistên Civakî ya Mezopotamyayê ya yekem Zanîngeha Rojava ku avakirina pergala xweseriya demorkatîk armanc dike hatibû vekirin. Di hevdîtina bi xwendekarên ku li akademiyê perwerdeyê dibînin de, hat diyar kirin ku perwerdeya li akademiyê tê dayîn ji ya dibistanê cudatir e.

Xwendekarê sosyolojiyê yê akademiya Mezopotamyayê Barzan Sebrî da zanîn ku perwerdeya ku li dibistanên rejîmê didîtin, ji rastiya civakê dûr bû û wiha got: “Lê perwerdeya niha em li Akademiyê dibînin şans dide me ku em rastiya civakê bibînin û zanista xwe hîn bibin. Hedefa sereke ya akademiyê, xizmeta ji bo civakê ye. Pergala kapîtalîst bi sedsalane civakê tune dike. Ji ber vê yekê tiştên em fêr dibin em ne di teroriyê de dixwazin di pratîkê de pêk bînin. Zanist nirxên manewî yê civakê ne. Zanist nayê firotin. Di civakekê de zanist û fikr-raman tunebe pêşketin tuneye. Kobanê ji bo vê mînak e. Ger felsefe û zanîngeha Rêbertî tunebûya civakê wate li vê barnedikir û li ber xwe nedida. Felsefeya hate afirandin dîrok guhert.

JI BO XWESERIYA DEMOKRATÎK AKADEMÎ ZEMÎN IN

Xwendekarên Sosyolojiyê Hebûn Omer jî got ku di pergala kapîtalîzmê de civak xwe ji rastiyê dûr xistiye û wiha pêde çû: “Bi perwerdeya ku em li vir dibînin, em bawer dikin ku bi vê pisgirêkan çareser bikin. Rejîmê bi salan civaka me bê îrade hişt. Ji bo em vê texrîbatê ji holê rabikin em ê di nava hewldanan de bin. Wek jinekê li vir perwerde dîtin ji bo me şansek mezin e. Divê mirov xwe biguherînin û ev jî bo avakirina jiyane wekhev zemîneke. Îradeya civakê ji aliyê rejîmê ve hatiye dagirkirin. Li akademiyê mirov bi îradeya xwe tevdigerin. Mirov xwe diguherin. Rejîmê di nav civakê de hemû xweşikiyên xwe veşartiye. Em ciwan ji her tiştî bêpar hiştine.

Xwendekarekî din Metî Xelo da zanîn ku pergal zanistê ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne. Xelo diyar kir ku bi perwerdeya ku niha dibînin re zanînê ji ji bo berjewendiya civakê bikar tînin û wiha got: “Di roja me ya îro de kesên zanyar bi zîhniyeta desthilatdariyê tên perwerdekirin. Mînak zarok e di biçûkatiya xwe de dixwaze bibe doktor û mirovan rizgar bike lê pergal vê di nava demê de li gorî berjewendiyên xwe perwerde dike.

Xelo destnîşan kir ku pêvajoya şoreşa ku li Rojava pêk hatiye re pêngavên pratîk hatine avêtin û got: “Ne tenê berjewendiyên Kurd, yên hemû civakan tên parastin. Di akademiyê de beriya her tiştî tu xwe nas dikî. Tu rastiya xwe baştir dibînî. Pirtûkên ku berê min dixwendin gelek caran min wate nedidayê. Lê niha bi perwerdeya li vir ez lêpirsîn dikim.

Xwendekarê dersa dîrokê Rîhan Oso jî diyar kir ku 11 salan li dibistanên dewletê ders dîtine û lê her sal dubare ders dîtine. Oso anî ziman ku di navbera perwerdeya li dibistanên rejîmê û akademiyê de gelek cudahî hene û got ku beriya her tiştî dîroka xwe fêr dibin.

Oso got ku bi salan dîroka Ereban fêrî wan kirine û got: “Tu carî di pirtûka dîrokê de behsa Kurdan nedikirin. Lê bi perwerdeya vir re me dîroka xwe fêm kir.”