1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Meclisa Jinan a PYD`ê li kantona Cezîrê hate damezrandin
Meclisa Jinan a PYD`ê li kantona Cezîrê hate damezrandin,meclisa,jinan,a,pyd,ê,li,kantona,cezîrê,hate,damezrandin

Meclisa Jinan a PYD`ê li kantona Cezîrê hate damezrandin

A+ A-

QAMIŞLO - Rêxistina Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li kantona Cezîrê Kongreya damezrandina Meclisa Jinan a PYD`ê li kantona Cezîrê lidar xist.

Bi armanca Damezrandina Meclisa Jinan a PYD`ê li kantona Cezîrê, rêxistina jinan a PYD`ê li Cezîrê Kongreya damezrandina Meclisa Jinan lidar xist. Kongere bi beşdariya hevseroka PYD`ê Asiya Abdulah, endama Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Îlham Ehmed, nûnerên sazî û rêxistinên jinan û bi sedan jinên endamên PYD`ê yên ji hemû hermên Cezîrê hatibûn, li Akademiya Celadet Bedirxan a Çand û Huner a li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo bi deqeyek rêzgirtin destpê kir.

Hevseroka PYD`ê Asiya Abdulah axaftina vekirinê kir û da zanîn ku kongre di encama têkoşîn û destkeftiyên ku jinan di pêvajoya şoreşa Rojavayê Kurdistanê de pêk anîne, hatiye lidar xistin. Abdulah da zanîn ku jinan ji bo pêşxistina civakê, pêşengiya xebatên rêxistinî, siyasî û civakî hilgirtiye ser milên xwe.

Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Ilham Ehmed jî li ser navê Rêxistina Yekîtiya Star derbarê rola jinan di nava xebatên PYD`ê de axivî û da zanîn ku pêwîste jin bibin pêşengên xebatên aşîtiyê li Rojavayê Kurdistanê. Ehmed bal kişan ser berxwedana Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) û da zanîn ku şervanên YPJ`ê ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê berxwedanên lehengî birêve birine, Ehmed wiha dewam kir:" Pêwîste Jinên di nava PYD`ê de ji bo hemû jinên Rojava, Sûriyê û cîhanê bibin nimûneya azadî, wekhevî û edaletê."

Cîgira serokê Meclisa Rêveber a kantona Cezîrê Elîzabêt Goriyê jî di kongreyê de axivî û têkoşerên azadiyê bibîr anîn, Goriyê da zanîn ku jin di pêvajoyên dîroka mirovahiyê de bûye sembola fedakarî û têkoşîna ji bo wekhevî û azadiyê.

Di kongreyê de her wiha li ser navê Insyatîva Jinên Sûriyê Rola Helîm, Yekîtiya Jinên Siryan Emel Îsa, rêxistina Jinên Partiya Lîberal a Kurdistanê Mizgîn Zêdan, rêxistina Jinên Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê Nisrîn Gedo, Saziya Malbatên Şehîdan Bêrîvan Brahîm, Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger Berçem Xelîl, Dayikên Aşîtiyê Nûra Iniz, TEV-DEM`ê Suad Xelo û hevseroka Dîwana Meclisa Gelê Rojavayê Kurdistanê Bihar Bekir jî axivîn û lidar xistina kongreyê pîroz kirin.

Piştî axaftinan ramanên rêberê gelê Kurd Abddulah Ocalan ên derbarê azadiya jinan de hatin xwendin. Her wiha nameya Yekîtiya Jinên Azad (YJA) ya ku ji bo kongereyê hatibû şandin ahte xwendin. YJA`ê di peyama xwe bang li hemû jinên Rojava kir ku tevlî kampaniyaya çalakiyên azadiya Jinan bibin.

Piştre rapora xebatê ya salekê hate xwendin û ji aliyê delegeyan ve hate nirxandin.

Di kongreyê de her wiha peymanên pîrozbahiyê ku ji Saziya Zimanê Kurdî (SZK), Komîteya Jinên Mafnas, Yekîtiya Ragihandina Azad, Partiya Komonîst a Kuristanê û Desteya Kar û Barên Jinan û Malbatê ya kantona Ceîrê, ku ji bo kongreyê hatibûn şandin hatin xwendin.

Di kongreyê de ji bo rêvebirina kar û xebatên Jinan di nava PYD`ê de bernameya kar hate destnîşan kirin. Bernameya kar wiha ye:

1- Li hersê kantonan kongre bêne lidar xistin û meclisên Jinan bêne ava kirin. Her wiha desteya rêveber a hersê meclisan bê ava kirin.

2- Desteya Rêveber mehê carekê civîna xwe lidar dixe.

3- Meclis her du mehan carekê civîna xwe lidar dixe.

4- Ji jêr ta bi jor pergala rêxistinê bê ava kirin. Hemû komîte civînên xwe lidar dixin û raporên xwe hildidin ji desteyên berpirsyar re.

5- Meclis dê perspektî û plansaziya çalakiyan amade bike û dê pêşniyarên ku têne pêşkêş kirin erê bike û birayên pêwîst bigre.

6- Jinên ku dixwazin bibin endam, dê raporê xwe hildin rêveberiya komîteyên herêmî.

7- Hemû jinên ku temenê 18 sal derbas kirine û ramanên şaristaniya demokratîk ên rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan dipejirînin dikarin bibin endamên partiyê.

8- Pejirandin û betalkirina endametiyê bi biryara desteyên rêveber ên Jinan tenê pêk tên.

9- Hemû perspektîf û biryarên girêdayî rêxistina jinan ji aliyê endam û rêveberên jin ve têne girtin.

10- Endamên ku bê berpêkên asayî sê caran beşdarî civînan nebe dê endamtiya wan bê betal kirin.

11- Hemû endam xwediyê mafên xebat, namzetî, hilbijratin, dengdan, perwerede, rexne û pêşniyaran e.

12- Hemû endam pwêste li gorî bernameya kar bixebite û delametên xwe bicî bîne.

13- Hemû endam ji bo pêşxistina rêbaza siyaseta demokratîk, zanista jinan, rexne û pêşniyaran têdikoşe.

Her wiha di kongeryê de biryarnameya ji 6 xalan ku ji aliyê hevserokatiya PYD`ê hatibûn pêşniyar kirin hate erê kirin. Xalên biryarnameyê wiha ne:

1- Jin pêwîste xwedî biryar be.

2- Jin di kampanyayê de pêşeng be.

3- Têkiliyên siyasî û diplomasî bi hemû jinan re bêne pêşxistin.

4- Jin li hemû herêman bêne birêxistin kirin.

5- Jin ji hemû hêlan ve bê perwerdekirin.

6- Armanca kongeyê ku di demên pêşa de akademiya siyasî ya jinan ava bike.

Di dawiya kongeryê de Melisa Jinan a PYD`ê li kantona Cezîrê hate damezrandin û ji bo rêveberiya Meclisê 21 endam hatin hilbijartin.

Kongre bi stran û siloganên dilsoziya bi rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan re bi dawî bû.

(kn)