1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Meclisa Şengalê serdana gêrîla û şervanankir/Vîdio
Meclisa Şengalê serdana gêrîla û şervanankir/Vîdio,meclisa,şengalê,serdana,gêrîla,û,şervanankir,vîdio

Meclisa Şengalê serdana gêrîla û şervanankir/Vîdio

A+ A-

MEHDİ DOGAN/ŞENGAL

https://www.youtube.com/watch?v=VOyVwua0OEQ

Şandeke Meclisa Aveker a Şengalê serdana gêrîlayên HPG/YJA Star û şervanên YBŞ/YPJ-Şengalê yên di eniyên şer de kir. Hêzên berxwedêr li navendên xwe pêşwaziya şanda Meclisa Avekir a Şengalê kirin û soza rizgarkirina Şengalê dan.

Endamên Meclisa Aveker a Şengalê Şirîn Fatih Salih û Xidir Salih li ser navê şandê axivîn û wiha gotin: “Xwediyên vê xakê yên resen hûn in.”

Şirîn Fatih Salih diyar kir ku berxwedêrên Şengalê hemû parçeyên Kurdistanê gihand hev. Şirîn Fatih got ku ew bejna xwe li ber şehîdên berxwedana Şengalê ditewînin û wiha got: “Hûn hemû keç û kurên min in. Hûn xwediyên vê xakê yên resen in. îro li Şengalê her çar parçeyên Kurdistanê li derdora Êzîdxanê hevgirtine. Ev bi dewle serê we çêbû. Her yek ji we ji parçeyekê hatin, Şengala pîroz û Kurdistana xweşik diparêzin. Şehîd mînaka vê ya herî berçav in. Ez bejna xwe li ber dayikên şehîdan ditewînim. Şehîdan bi minet bibîrtênim.”

Piştre jî berdevkê Meclisa Avaker a Şengalê Xidir Salih diyar kir ku ew bi dîtina hêzên berxwedêr keyfxweş e û wiha got: “Me xwest em serdana we bikin û ji we re ragihînin ku kîjan xizmetek pêwîst be, em amadene ligel we bikin. Em hêza xwe ji gel werdigirin. Gelê me jî ligel we ye. DAIŞ, qirêjiya sîstema dewletê ye. Her yek ji me, çîçekek li çiya ne, her yek ji me xwediyê ciwaniyek cûda û bêhna çîçekên cûda didin. Em bi cûdahiyên xwe, parçeyeke bi hev re ne. Li ser vî bingehî em jî hewl didin hemû xebatên xwe kom bikin û ava bikin. Em bi dîtina we gelek keyfxweş in.”

Piştî axaftinan, şanda Meclisa Avaker ligel gêrîlayên HPG/YJA Star û şervanên YBŞ/YPJ-Şengalê sohbet kirin. Endamê Meclisa Êzdiyan Heso Îdo helbesta bi navê ‘Ferman’ xwend. Di dema helbestê de demên hestyar hatin jiyan kirin û tiştên borî dîsa hatin bi bîranîn.”

Piştî xwendina helbestê, gêrîlayek di berxwedana Şengalê de cih digire strana bi navê ‘Deh û du heval’ vegot. Piştî stran qediya, endamên Meclisa Şengalê ligel gêrîla û şervanan wêneyên bîranînê kişandin.