Meclîsa Artêşa Azad: Fermandara YPG'ê Şaha Elî Evdo dijî
A+
A-
Meclîsa Leşkerî ya Artêşa Azad ya Helebê ku çend roj beriya niha agahiya înfazkirina Fermandara Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Şaha Elî Evdo dabû, vê carê bi daxuyaniyekê diyar kir ku Evdo nehatiye kuştin û dijî.
Meclîsa Leşkerî ya Artêşa Azad a Helebê ku çend roj beriya niha li ser bûyerên li Heleb û Efrînê bi heyetek ji ruspiyên Efrînê hevdîtin çêkiribû û agahiya înfazkirinê dabû, daxuyaniyek da û diyar kir ku Fermandara YPG'ê Şaha Elî Evdo nehatiye kuştin. Li ser vê daxuyaniyê rayedarên YPG'ê jî ketin nava liv û tevgerê. Fermandariya YPG'ê diyar kir ku wan li ser vê daxuyaniyê lêkolîn daye destpêkirin ka ev yek rast e yan na.
(mae)
Bêjeyên Miftehî meclîsa,artêşa,azad,fermandara,ypg,ê,şaha,elî,evdo,dijî