1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Meclîsa Bajêr a Amedê biryarên krîtîk digire
Meclîsa Bajêr a Amedê biryarên krîtîk digire,meclîsa,bajêr,a,amedê,biryarên,krîtîk,digire

Meclîsa Bajêr a Amedê biryarên krîtîk digire

A+ A-

ANF / 28 Gulan 2011 AMED - Civîna Heyama Navberê ya Meclîsa Bajar a Amedê ku dê bi mijarên "Xweseriya Demokratîk" û hilbijartinê bên nîqaşkirin, sibê dê bê lidarxistin. Encamên civînê dê bi meşekê bê aşkera kirin.

Meclîsa Bajar a Amedê sibê Dê civîna xwe a Heyama Navberê li dar bixe. Çav li rêye ku di civînê de gelek biryarên girîng bên girtin. Sibê civîn dê li avahiya Rêxistina BDP'ê ya Amedê bi tevlibûna 400 delegeyan bê lidarxisitin. Her wiha çav li rêye ku di civînê de mijarên wekî Xweseriya Demokratîk" û hilbijartinê bên nîqaşkirin. Hat hînbûn ku biryarên ku di civînê de bên girtin jî dê bi meşek bê aşkerakirin. Meş saet di 12.00'an de dê ji ber avahiya BDP'ê destpê bike û li ber Parka Koşuyoluyê dê bi daxuyaniyê bi dawî bibe.

ANF NEWS AGENCY