Meclîsa Eyaleta Qamişlo hate avakirin
QAMIŞLO - Piştî ku 96 komînên taxên bajarê Qamişlo û gundên derdora wê meclîsên xwe ava kirin, rêveberên van meclîsan kongira xwe li dar xistin û Meclîsa Giştî ya Eyaleta Qamişlo ava kirin. Her wiha ji bo nunertiya di Meclîsa Gel a Herêma Cizîrê de 20 endam hilbijatin.
Di çarçoveya avakirina meclîsên eyaletên herêma Cizîrê de, duh bajarê Qamişlo jî meclîsa xwe ya giştî ava kirin. Piştî ku meclîsên komînên taxên bajêr û gundên derdorê hatin avakirin, duh li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo, rêveberên rêveberên meclîsan ên ji pêkhateya Kurd, Ereb û Suryan bi armanca avakirina Meclîsa Eyaleta Qamişlo kongra xwe li dar xistin.
Kongre bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre pêkhateya Ereb bi zimanê erebî, pêkhateya Suryan bi zimanê suryanî, pêkhateya Kurd jî bi zimanê Kurdî sûnd xwarin. Ji bo dîwana meclîsê jî endamên herî ciwan û yê herî bi temen hatin hilbijartin.
Piştre meclîs bi awayekî fermî hate ragihandin û ji bo rêveberiya meclîsê jî Feyruşa Remezan û Fatma Tahir wekî hevserok û Hesen Îbrahîm û Feyruza Dayîka Kenaan wekî cîgirên hevserokan hatin hilbijartin.
Di nav Meclîsa Giştî ya Eyaleta Qamişlo de pêkhateyên Ereb, Kurd û Suryanî cihê xwe digirin. Her wiha partiyên siyasî yên wekî PYD’ê, Lîberal, Partiya Hevgirtin, Partiya Komînîst, Partiya Aşitî û Demokrasî, 5 nûnerên Yekîtiya Star, 5 nûnerên Tevgera Ciwanên Şoreşger, nûnerekî Saziya Malbatên Şehîdan û 5 nûnerên Saziyên Civaka Sivîl û Tevgera Ziman û Perwerdê cihê xwe di nava meclîsê de girtin. Meclîsa Eyaleta Qamişlo ji 201 endaman pêk hat.
Piştî Meclîsa Eyaleta Qamişlo hate hilbijartin. Ji bo nûnertiya Meclîsa Gel a Herêma Cizîrê 10 jin û 10 zilam hatin hilbijartin.
Di dawiya kongreyê bi girtina dîlanê û diruşmeyên “Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Kobanê” bi dawî bûn.
(ra/jh)