1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Meclîsa Jinan: Bila failên destdirêjiya li sînor bên cezakirin
Meclîsa Jinan: Bila failên destdirêjiya li sînor bên cezakirin,meclîsa,jinan,bila,failên,destdirêjiya,li,sînor,bên,cezakirin

Meclîsa Jinan: Bila failên destdirêjiya li sînor bên cezakirin

A+ A-

AMED 27.07.2014 09:41:24 Meclîsa Jinan a DBP’ê, têkildarî bûyera ku jinek li sînorê Cizîrê-Rojava rastî destdirêjiya leşkeran hat nerazîbûn nîşan da û got, "Em berpirsiyarên rastî yên destdirêjiya li sînorê Cizîrê-Rojava hişyar dikin. Berpirsiyarê esasî yê vê hovîtiyê desthilatdariya AKP’ê ye. Ji ber di qada Qeymeqamê Cizîrê û Waliyê Şirnexê de ye, divê ev kes jî berpirsiyartiyên xwe tavilê bînin cih.”

Meclîsa Jinan a Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), li hember bûyera ku jina ciwan li sînorê Cizîrê-Rojava rastî destdirêjiyê hat nerazîbûn nîşan da. Xwest fail demldest bên darizandin û cezakirin.

Meclîsa Jinan a DBP’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir 16’ê Tîrmehê jina ciwan a bi navê H.H. dema xwestiye sînor derbas bike ji aliyê leşkerên girêdayî Fermandariya Boluka Katran ve hatiye desteserkirin û rastî destdirêjiyê hatiye.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Ev bûyera bi vegotina şahidan raya giştî agahdar bû, asteke nû li hovîtiya Tirkiyeyê ya li ser sînorê Rojava pêk tîne zêde kiriye. Di serî de destdirêjî bi her curayî tundî û şideta fizîkî rêbaze herî qirêj a şerê li hember gelekî ye. Jina bi navê H.H. ku li sînor rastî destdirêjiyê hat dide nîşandan ku Tirkiye di şexsê gelê Rojava de dixwaze li dijî gelê Kurd vê polîtîkaya şerê qirêj bidomîne.”

Meclîsa Jinan a DBP’ê diyar kir, destdirêjî li gel ku sûcekî şer e sûcekî li hember mirovatiyê ye jî û di daxuyaniya xwe de ev xisûs diyar kir, "Em berpirsiyarên rastî yên destdirêjiya li sînorê Cizîrê-Rojava hişyar dikin. Berpirsiyarên esasî yê vê hovîtiyê dewlet û AKP ye. Ji ber di qada Qeymeqamê Cizîrê û Waliyê Şirnexê de ye, divê ev kes jî berpirsiyartiyên xwe tavilê bînin cih. Eger ev hovîtî ne parçeyek ji polîtîkayên li hember gelê Rojava be, divê demldest der barê failan de ya pêwîst bê kirin û sûcdar bên cezakirin. Di serî Fermandarê Boluka Katran divê ji wezîfeyê bê wergirtin û bi leşkerên fail re bê cezakirin.”

Meclîsa Jinan a DBP’ê diyar kir divê dewleta Tirk dawî li polîtîkaya xwe ya şer a li hember Rojava bîne û got, "Em ê qet dest ji bûyera destdirêjiya li sînor pêk hatiye bernedin. Her mudaxeleya li hember beden, nasname û îradeya jinê sedema têkoşîna me ya sereke ye. Heta bi temamî fail bên cezakirin em nasekinin. Di serî de jinên li hember cinsiyetperestî û desthilatdariya nêrza têdikoşin, em bang li gel û raya giştî ya demokrat dikin, ji vê hovîtiyê re bêjin bes e û nerazîbûna xwe bi awayekî herî bi hêz bînin ziman.”