Meclîsa Kurdistanê dane ber keviran
Meşvanan Meclîsa Herêma Federal a Kurdistanê dane ber keviran
Li Herêma Federal a Kurdistanê bi armanca şermezarkirina qunciknivîsa kowara 'Çirpe' ku gotarek binavê 'Keçên Xwedê' nivîsî bû, meşa şermezarkirinê pêk hat. Meşvanan Perlemantoya Herêma Federal a Kurdistanê kevirbaran kirin.
Li Herêma Federal a Kurdistanê, kowara binavê 'Çirpe' di jimara 14'emîn a dawî de nivîseke Helemet Goran bi navê 'Keçên Xwedê' bilav kir. Di nivîsêde 'henek bi ola Islamê' kiriye. Ev yek jî ji aliyê xelkê Herêma Kurdistanê rastî nerazîbûnê hat. Mamostayên olî û xelkê sivîl li ber mizgefta Sewaf xwestin meşê lider bixin. Lê ji aliyê rêveberên Herêmê meş rastî astengiyê hat. Roja 6'ê meha Gûlanê Serokê Hikumeta Herêmê Nêçîran Barzanî piştî bi hin mamostayên olî re civiya, biryara girtina Çirpe de. Roja 7'ê Gûlanê jî li bingeha polîsê Xaneqa ya Bajara Hewlêrê Edîtorê Çirpe yê binavê Hêmîn Arî hat desteser kirin. Iro jî bi silogana 'Ellah û Ekber' li ber avahiya Perlemantoya Herêmê de meşê nerazîbûnê li dijî gotarê Helemet Goran pêkhat. Lê meş ji aliyê hêzên Asayîş û Ewlehiyê ve rastî astengiyê hatin. Meşvanan Perlemantoya Herêma Kurdistanê kevirbaran kirin. Şer û pevçûn derket, ji meşvanan çend kes birîndar bûn. Alozî di dome.
(ssq/mae)