1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê mezin dibe
Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê mezin dibe,meclîsa,leşkerî,ya,dêrezorê,mezin,dibe

Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê mezin dibe

ʺHejmara şervanên me heta niha gihiştiye hezar î, Piştî me hêzên QSDʹê baş nas kir û me zanî ku armanca me û wan yeke, em derhal tevlî bûn.ʺ

A+ A-

ALVA OSÊ-DILŞAD CÛDÎ

HESEKÊ – Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê Ebû Xole El-Dêrî diyar kir ku armanca wan parstina gelê herêmê û têkbirina terorê ye û ev tişt anî ziman: ʺHejmara şervanên me heta niha gihiştiye hezar î, Piştî me hêzên QSDʹê baş nas kir û me zanî ku armanca me û wan yeke, em derhal tevlî bûn.ʺ

Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê Ebû Xole El-Dêrî têkildarî hêzên xwe û tekoşîna ku dê bidin meşandin ji ANHAʹyê re axivî. El-Dêrî got ku hejmara şervanên wan gihiştiye hezarî û wiha dom kir: ʺMeclîsa me beriya deh mehan hate avakirin. Armanca me ew bû ku em ciwanên welatparêz ên Dêra Zorê bînin ba hev û parstina gelê xwe yê Dêra ZOrê bikin û wan ji zulma terorê xilas bikin. ʺ

El-Dêrî, destnîşan kir ku dema wan armancên QSDʹê nas kirin biryar dan ku tevlî bibin û wiha dom kir: ʺHêzên QSDʹê ji hemû cîhanê re isbat kir ku ew nûnertiya tevahiya gelê SÛriyê dike û dikare parstina demokrasiyê bike. Ji bo avakirina nifşeke ku baweriya wî bi jiyana hevbeş û wekhev tê tekoşînê dike. Tevlî rewşa li Sûriyê û tevliheviya derket jî QSDʹê riya rast git û xeta xwe berneda. Ji ber wê me yek gav paş de ne avêt ku em tevlî QSDʹê bibin.ʺ

El-Dêrî, da diyarkirin ku wan di nava QSDʹê de rihê demokrasî û jiyana hevbeş dîtine û wiha dom kir: ʺEm niha ji bo heman armancan bi QSDʹê de tekoşînê didin meşandin. VÊ yekê jî îradeya me ya berxwedanê bi hêztir kir.ʺ

ʹTevlîbûna Xezeba Firatêʹ

Têkildarî xebat û tekoşîna ku heta niha meşandine jî El-Dêrî wiha dirêjî da axaftina xwe: ʺHêzên me niha di xetên pêş a başûrê bajarê Şedadê de ne. Di wir de parastina welatiyan dike. Di heman demê de hêzên me di Xezeba Firatê de jî cih digrin. Em ê di qonaxa duyemîn a Xezeba Firatê de jî cih bigirin. Hêzên me dê tevlî hemû pêngavên ku ji bo xilaskirina gelê me ji zulim û zordariyê bêne kirin, bibin.ʺ

El-Dêrî li ser civîna QSDʹê ku li bajarê Hesekê hate lidarxistin jî got ku di civînê de wan nerînên xwe parve kirin û pîlanên xwe yên demên pêş danîne û ev tişt anî ziman: ʺNerînên me avakirina SÛriyeke demokratîk û azad e. Civîn serkeftî derbas bû.ʺ

El-Dêrî di dawiya axaftina xwe de bang li ciwanan kir ku tevlî hêzên wan bibin û parstina herêmê bikin.

(dc)

ANHA