1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: 142 çete hatin kuştin
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: 142 çete hatin kuştin,meclîsa,leşkerî,ya,minbicê,142,çete,hatin,kuştin

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: 142 çete hatin kuştin

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê da xuyakirin, ku çeteyên DAIŞ'ê ji bo şikandina dorpêçiya li ser Minbicê ji sê aliyan ve êrîş kirin û di encama bexwedana şervanan de ev êrîş hat şikandin, 142 çete jî hatin kuştin

A+ A-

MINBIC - ANF Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li ser êrîşa mezin a çeteyên DAIŞ'ê ku di 20'ê Hezîranê de ji aliyê Cerablûs, Bab û Mesekenê ve li dijî gundên di navbera bajarokê Irêmê heta Çemê Firatê li herêma Mibicê pêk hat de daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê wiha ye:

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ji destpêka operesyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla ve duyemîn êrîşa mezin a çeteyên DAIŞ'ê têk bir. Êrîş bi armanca şikandina dorpêça li ser komên terorîst ên di hundirê bajarê Minbicê de ku ji her çar aliyên bajêr ve ji aliyê şervanên me ve hatine dorpêç kirin, ji 3 aliyên stratîjîk ve pêk hat. Rêxistina teror di vê hewldana xwe ya bêçariyê de têk çû.

Rêxistina DAIŞ'ê ya terorê ji saat 5 ê sibeha 20/6/2016 ve heta saat 16:00 ji aliyê Babê, Meskenê û Cerablûsê ve êrîşên dijwar li dijî bajarokê Irêmê û gundên Oseclê, Toq Xelîl, Muhterêq Kebîr,Qerha Kebîra, Qerha Sexêra, Qerha, Cib El-Eşra, Xirbit Eşra, Xirbit El-Rûs, Nihêmê û Cib El-Şêx pêk anî.

Koma qelebalix a terorîstan, bi çekên giran û ferdî, bi wesayîtên bombebarkirî, fuzeyên ji ser milan tên avêtin û çekên lawê êrîş kir û xwest, xaçerêya El Kîtab a li rojavayê Minbicê ye bi dest bixe. Bi vê armancê, çeteyan hewl dan du êrîşên bi wesayîtên bombebarkirî pêk bînin û di encama destwerdana hêzên me de ev hewldan hatin pûçkirin. Di şerê li refên pêş de terorîst têk çûn.

Di vê navberê de rêxistina teror hewl da bi wesayîteke bombebarkirî êrîşî gundê Zongil ê girêdayî herêma Cerablûsê bike. Hêzên me ev êrîş têk birin û wesayîta bombebarkirî tevî cebilxaneya li ser destser kirin.

Di vê êrîşê de hêzên me derbên giran li rêxistina DAIŞ'ê a terorê xistin û çeteyan gelek kuştî dan. Di vê êrîşê de 142 terorîst hatin kuştin û cenazeyên 89 terorîstan di destê hêzên me de ye. Her wiha hêzên me Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Mibinbicê 20 çekên kalaşînkov, 7 rokêt avêj, 10 çekên Lao û meqdarekî mezin ji cebilxaneya terorîstan destser kirin.

Em wek Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê soz didin gelê xwe ku em ê bi qehremanî û biryardariyeke xurt operesyona rizgarkirina Minbicê bidomînin. Em ji raya giştî ya cîhanê re radigihînin ku 6 şervanên me berxwedaniyeke mezin li hember êrîşa terorîstan nîşan dan û gihiştin asta şehadetê. Şervanên me moralên terorîstên ku hewl dan dorpêçkirina li ser terorîstan di hundirê Mibicê de bişkînin, têk birin.

Em teqez dikin ku şervanên me di berxwedanê de bi israr in, rêxistina teror li ber têkçûna stratijîk e û ev yek jî wê rê li ber rizgarkirine Minbicê û tevahî gundewarên vedike.