1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Meclîsa Tirkye: Hewceyî bi wergêrê kurdî tuneye
Meclîsa Tirkye: Hewceyî bi wergêrê kurdî tuneye,meclîsa,tirkye,hewceyî,bi,wergêrê,kurdî,tuneye

Meclîsa Tirkye: Hewceyî bi wergêrê kurdî tuneye

A+ A-

HAYRÎ DEMÎR

ENQERE (DÎHA) - Meclîsa Tirkiye hewce bi zimanê kurdî nedît. Ev bi salan e di meclîsê de zimanê kurdî an bi tîpa "X" an jî bi "zimanê nayê zanîn" dihat nîşandan. Herî dawî li hember zimanê kurdî ku li Tirkiyeyê zimanê duyemîn e mirov pê diaxivin bê tehemuliya hewceyî bi wergêr tuneye hat nîşandan. Her çiqas meclîs bêje, "Pêwîstiya me pê tuneye" jî di têkiliyên Herêma Federal a Kurdistanê de pêwîstiyê bi wergerên kurdî dibînin.

Li Tirkiyeyê 20 mîlyon bi tevahî li cîhanê zêdetirî 45 mîlyon kes bi zimanê kurdî diaxivin. Li hember zimanekî ev qas tê bikaranîn ev bi salan tundî û astengkirina dewleta tirk berdewam dike. Dewleta tirk carna zimanê kurdî qedexe kir û carna jî bi hinceta, "Zimanek nayê zanîn" xwest pêşiyê li zimanê kurdan bigire. Lê him li bajarên Kurdistanê him jî li Tirkiyeyê di axaftina jiyana rojane de cihê xwe digire lê her daîm di çavên dewletê de weke zimanekî qedexe tê dîtin.

'Di meclîsê de hewceyî bi wergêrê kurdi tuneye'

Rojên borî di meclîsa tirk de rewşa ku derket holê dide nîşandan ku ka nêrîna dewletê ya li hember kurdî çawa ye. Parlementerê HDP'ê yê Wanê Adem Geverî di çarçoveya 15 Gulanê Roja Zimanê Kurdî de pêşnûmepirsek da meclîsê û xwest balê bikişîne ser zextên li ser zimanê kurdî. Her wiha Geverî xwest ji bo axaftinên di meclîsê de tên kirin hewceyî bi wergêr heye û xwest ji aliyê meclîsê werger bên peywirdakirin. Lê Serokatiya Meclîsê bersiva, "Pêwîstiya me pê tuneye" da Gever.

Kurdî ji bo dewletê serbest ji bo kurdan qedexe ye

Her çiqas Serokatiya Meclîsa Tirk bi bersiva "Pêwîstiya me bi tercumanê kurdî tuneye" dabe jî dema ku ji Herêma Federal a Kurdistanê rayedar tên û bi rayedarên Tirkiye re hevdîtinan pêk tînin hewceyî bi wergêran dibînin. Her wiha di her hevdîtinê de jî wergêrê kurdî amade ye.

(no)