Med û Arzella cihên çand û hunera kurdan e
STENBOL (DÎHA) - Navenda Çanda Medê û Arzellayê yên Stenbolê kursên xwe ye ku wek şano, erbane, tembûr, gîtar, folklor, zimanê kurdî berdewam dikin. Xebatkarê Navenda Çanda Medê Omer Bilekçî got ku Med ne tenê cihê muzîkê ye û wiha axivî: "Ji muzîkê pêştir divê em çand û hunera xwe bidin hevalên ku tên vir. Li hemû deran dikarin hînî muzîke bibin lê li hemû deran nikarin hînî çand û hunera xwe ya kurdî bibin."
Navenda Çanda Medê û Arzella yên Stenbolê kursên xwe ye ku wek şano, erbane, tembûr, gîtar, folklor, zimanê kurdî berdewam dike. Deriyê Navanda Çanda Med û Arzella 12 mehan bi kursên xwe ji şagirtên xwe re vekirî dihêlin. Li Navenda Çanda Arzellayê nezî 50 şagirt, li Navenda Çanda Medê jî 100 şagirt ders dibînin. Zarok jî piranî eleqeyeke mezin didin vê çandê û ji bo vê jî tên wexte xwe li van navendê çanda derbas dikin. Navenda Çanda Arzellayê ji bo zarokên ku ji bo şer koçî Tirkiye bûne jî wek stargehekê ye. Wextê baran dibare ev zarok ji bo xwe ji sermaye û baranê biparezin tên Arzellayê û li vir tevlî stranên ku kurmancî tên gotin dibin. Xebatkar û şagirtên Arzella û Medê qala xebatên xwe kirin.
Xebatkarê Navenda Çanda Arzellayê Yusuf Roman derbarê xebatên xwe de axivî û wiha got: "Niha kursên me yên ku berdewam dikin kursa tembur, gîtar, erbane û ziman in. Kursa erbanê du beş in. Beşek ji bo zarokan, beşek jî ji bo ciwanan e. Beşa zaroka ji 8 salî heta 12 salî ye. Dika me jî li vir heye. Serê mehekê yan jî du mehan em li vir bi gel re şahî û bîranîne xwe çêdikin." Roman diyar kir ku dersa şanoye ji ber mamosteyê wê tune ye hatiye seknandin û wê demeke kin de dest dersên şanoye jî bin.
'Arzella stargeha zarokên kolanan e'
Roman bilêv kir ku wan deriyê xwe ji zarokên ku ji bo şer koçî Tirkiyeyê kirine re vekirine û wiha berdewam kir: "Ev zarok dema ku baran tê ji bo xwe ji baranê biparezin tên vir. Li navçeya Şîrînevlerê bawer bikin dera ku wan hembêz bike tune ye, ji bo wê tên vir. Em li gorî derfet û îmkanê xwe xwedî li wan jî derdikevin." Roman derbirî ku ew zarokan tevlî stranên xwe dikin û wiha direjî da axftina xwe: "Em bi hev re strana dibejîn. Li vir ji zimanê xwe dûr nakevin. Bi me re zimanê xwe diaxivin. Em li vir pevre xwarinê dixwin. Divê em xwedî li wan derkevin ku ji zimanê xwe ji çanda xwe dûr nekevin. Ew jî ji bo vê xwe nezîkî me dikin û vir wekî mala xwe dibînîn."
'Ji bo xwe ji pergalê bipareze diçe Arzellayê'
Şagirta tembûrê Berîtan Usanmaz a ku ev salake li Arzellayê dersê dibîne diyar kir ku ew ji bo xwe ji pergalê bipareze diçe Arzellayê û ev tişt li gotinên xwe zêde kir: "Ez li vir hînî çanda xwe dibim. Hevalên me yên ku li vir ji kesên ku ji dervê ne germtir in. Ji bo ez xwe ji bandora pergalê biparezim ez têm vir." Usanmaz got ku wextê cara yekem derket ser dike û li tembûrê da pir kelecan bû û wiha domand: "Berî niha jî li dibistanê min di şanoyê de dilîst. Lê belê yek derkeve hemberî gelê xwe ew hêzeke cuda ye."
Şagirta erbanê Berma Berîtan Yavuz (10) jî anî ziman ku ew li Arzellayê zimanê xwe pêş dixe û wiha pêde çû: "Ez hêz ji muzîke digirim. Ez hem di xwazim erbanê û hem jî gîtarê hîn bibim. Em li vir şa dibin. Em hînî notaya dibim. Wextê em navberê didin em û hevalên li vir listîkan dilîzin. Wextê me li vir xweş derbas dibe hem jî ez li vir zimanê xwe bi pêş dixim."
'Bi gîtarê li muzîka kurdî dixin'
Xebatkarê Medê Omer Bilekçî da zanîn ku ji bo ew di nav gel de ne gel wan nasdike û ji bo baweriya gel bi wan tê zarokên xwe dişînin Medê û wiha axivî: "Potansiyelali vir xurt e. Gel ji me hêz digire, çimkî em di nav gel de ne. Hevalê me yê hunermend ji di nav gel de ne. Diçin dawet û konserên gel ji ser vê jî gelê vir me baş nasdike û zarokên xwe dişînin vir." Bilekçî got ku ew koma ku ava bikin de wek hunermend Erol Berxwedan, Arhat, Nezir û Egîd dê cih bigrin û wiha pêde çû "Em ê komekê ji şagirtên gîtarê jî ava bikin. Ev kom dê stranên kurdî bêjin. Xebatên me li ser vê hene." Bilekçî derbirî ku Med ne tenê cihê muzîkê ye û wiha axaftina xwe domand: "Ev der cihê çand û hunerê ye. Ji muzîkê pêştir divê em çand û hunera xwe bidin hevalê ku tên vir. Hevalê ku tên vir tenê ji bo muzikê werin vir dikarin herin dereke din jî. Li hemû deran dikarin hînî muzîkê bibin lê li hemû dera nikarin hînî çand û hunera xwe bibin."
'Şagirt bû, bû mamoste'
Şagirta gîtarê Nalîn Ekîncî jî ji bo xwe li Mede îfade dike tê vir û wiha anî ziman: "Ez derekê kue min nikarîbû bêjim ez kurdim. Wextê tu bêje ez kurdim bi çavekî cuda li yekî mêze dikin. Li vir ez hebûna xwe fêm dikim." Mamoste Resul Hayv jî piştî ku perwerdeya xwe li Medê qedand bû mamoste û wiha axivî: "Min du salan li vir perwerde dît. Niha dersê didim şagirtan. Şagirtên me yên nû zarok û ciwan hene. Em bi wan re li ser tembûrê û li ser stran gotinê dixebitin. Berî niha me salekê komek ji şagirtan ava kir. Xebatên me li ser vê berdewam dike."
(sde/wk)