Medya Swêdê: Erdogan DAIŞ'ê xurt kir
STOCKHOLM 12.08.2014 07:53:06 Di du gotarên rojên dawî yên li mezintirîn rojnameyên Swêdê Dages Nyheter û Sevenska Dagladet hatin weşandin de, bal hat kişandin ser rola Tirkiyeyê ya di xurtbûna çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ).
Nûçegihanê Rojhilata Navîn ê rojnameya Dagens Nyheter da xuyakirin ku Tirkiye, Erebîstana Siûdî, mîlyonerên li Qatarê û weqfên alîgiriya cîhadê yên li Pakîstanê weke sponsor û fînansorên DAIŞ'ê tên nîşandan, lê belê detayên vê mijarê baş nayên zanîn.
Rojnamevana Serbest Bitte Hammargren a bi salan e ji rojnameya Svenska Dagsbladet re nûçegihaniya Rojhilata Navîn dike di gotara xwe ya duh hat weşandin a bi sernavê "Erdogan tevkarî li xurtbûna DAIŞ'ê kir" de destnîşan kir ku gelek çavkaniyê Tirk û Kurd dibêjin alîkariya Tirkiyeyê ya ji bo şervanên li dijî rejîma Sûriyeyê bûye sedem ku DAIŞ xurt bibe.
Hammargren da xuyakirin ku li Amedê gelek kesî ragihandiye ku hikûmeta Tirk alîkarî daye cîhadperestên li Iraq û Sûriyeyê xelîfetî ragihandine û destnîşan kir ku berdêla vê polîtîkayê jî li Sûriyeyê rêxistinbûyîna Kurdan a li Rojava, li Iraqê jî Asûrî, Êzidî û Tirkmen didin.
Di gotarê de cih ji daxuyaniya Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdîn Ahmet Turk re tê dayîn ku Turk balê dikşîne ser desteka Erebîstana Siûdî, Qatar, Emaretên Ereb ên Yekbûyî û Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ'ê û dibêje, "Ev hêzên alîkariyê didin DAIŞ'ê wê pê bihesin ku sibê ev çete berê xwe bide wan."
Berdevkê Koma AKP'ê ya Meclîsa Şaredariya Amedê Mûhammed Akar jî diyar kir ku hewldana hikûmetê ya ji bo Tirkiyeyê bike lîderê Misilmanên Sunnî şaş e û anî ziman ku li şûna vê divê bi Kurdan re hevdkariyê bike.
Akar got, "Min ji Davûtoglû re got ku pêwîste têkiliya bi cîhadperestan bê birîn û li Sûriyeyê Kurdan, PYD'ê destek bike" û anî ziman ku Davûtoglû nexwestiye gotinên wî bibîze û jê re gotiye, "Em li Sûriyeyê piştgiriyê didin her kesê li dijî rejîma Baasê şer dike."
Dîplomatekî ku Hammargren pê re axivî jî diyar kir ku ji bo bi Davûtoglû re peyva "DAIŞ rêxistineke terorê ye" bide gotin, neçar maye hewldaneke mezin nîşanb ide.
Di gotarê de hat ragihandin ku di dîmenekî li You Tube hatiye barkirin de tê dîtin ku lîderê DAIŞ'ê Abû Bakr el Bagdadî li Hatayê li nexweşxaneyekê tê dermankirin û hat destnîşankirin ku polîtîkaya ewlekarî û derve ya Erdogan hem li Tirkiyeyê hem jî li derveyî Tirkiyeyê gelek kesî dixe nava fikaran.
Parlamenter Halûk Ozdalga yê par ji AKP'ê îstifa kir jî rexneyên tund li polîtîkaya hikûmetê ya der barê Sûriyeyê de dike û destnîşan dike ku ev polîtîka ji bo komkujiyên mezin ên DAIŞ'ê li Iraq û Sûriyeyê bingehê amade dike.