1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Medyaya AKP'ê dev ji DAIŞ'e berda êrîşî HDP'ê kir
Medyaya AKP'ê dev ji DAIŞ'e berda êrîşî HDP'ê kir,medyaya,akp,ê,dev,ji,daiş,e,berda,êrîşî,hdp,ê,kir

Medyaya AKP'ê dev ji DAIŞ'e berda êrîşî HDP'ê kir

A+ A-

ENQERE (DİHA) - Medyaya alîgir a AKP'ê ku bi mehan e rê li ber êrîşên li hember gelê Kurd û dostên wî vedike, piştî komkujiya Pirsûsê ku 31 ciwan jiyana xwe ji dest dane jî dev ji DAIŞ'ê berda û berê xwe da HDP'ê.

Piştî komkujiya Pirsûs'ê ku 31 ciwan jiyana xwe ji dest dan, medyaya AKP'ê car din nûçeyên ku HDP'ê hedef digire servîs kir. Medyaya aligîr, êrîşa ku bi destê DAIŞ'ê hatiye kirin ku tora hevgirtina gelan hedef girt, car din bi awayek komplowarî nirxand û diyar kir ku êrîş encama politikayên hêzên navneteweyî ye ku dixwaze Tirkiye bi PKK'ê re li hev were.

Hedef car din Yuksekdag e

Rojnameya Vahdetê ku bi dehan caran Kurdan û dostên Kurdan hedef girtiye û bûye sedema gelek êrîşan, di nûçeya xwe de Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag hedef girt. Rojname îddia kir ku Yuksekdag rojek beriya êrîşê li sînor 3. Salvegera Şoreşa Rojava pîroz kiriye û bi daxuyaniyên xwe bûye sedemê vê êrîşê.

Yek ji rojnameyên AKP'ê Star jî di nûçeya xwe de ciwanên SGDF'î wek endamên MLKP'ê diyar kir û ev nirxandina sosret kir: "Vê carê yên qurban hatin hilbijartin, xwendakarên zanîngehê bûn ku MLKP'ê ew dibirin Kobanê. Di provokasyona zelal de kesê DAIŞ'î pîma bombê kişand."

Rojnameya Akît ku gelek caran têtikkêşiya AKP'ê dike jî xwest êrîşa zelal şolî bike û diyar kir ku dibe rêxistinên çepgir jî vê êrîşê pêk anîbin.

Dev ji DAIŞ'ê berdan êrîşî HDP'ê kirin

Medyaya alîgir, bi nêrînên "pisporan" hewl dan ku çavkanî û sedemên êrîşê şolî bikin û destnîşan kirin ku li pişt êrîşan hêzên cûda heye. Medyaya aligîr, daxuyaniyên Serokwezîr Erdoğan û Serokkomar Davutoglu ku êrîşê "şermezar" kirin di hemû nûçeyan de derxist pêş lê daxuyaniyên hevserokên HDP'ê ku AKP'ê wek berpirsyarê êrîşê diyar dikirin û bangawaziyên wek "Bila gel parastina cewherî pêş bixe" weke "gef" û "provokasyon" bi nav kir.

Rojnameya Akşamê jî sûretên hevserokên HDP'ê Demirtaş û Yuksekdag weşand û manşeta "Êşê kirin fersend" avêt.

Rojnameya Aydinlik ku ev demên dawî di êrîşên li hemberî Kurdan de hevkariya AKP'ê dike, di nûçeyên xwe de zimanê medyaya AKP'ê bi kar anî. Aydinlik, êrîşê bi navê "Bombeya ABD" servîs kir û îddia kir ku armanca êrîşê astengkirina daxwaza "Herêma Tampon" a Tirkiyeyê ye. Rojname her wiha îddia kir ku êrîş zorê dide Tirkiyeyê ku bi PKK'ê re hevkariyê pêş bixe.

(sy)